Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 87 peyam
gabriel garcia marquez

gabriel garcia marquez

15. serencama mirinekê/86020

heyf e ku ciwanmerd kulek bi kurmanciya xwe ya bêhntengker* re novelaya vî camêrî qulipandiye ser kurdî. bi çi enerjiyên mezin û daxwazên gir dest bi vî berhemî bikim jî, ez ser neketim. heyf e.

em werin ser biruyên wî. hayao miyazaki di berhemên xwe de qala xweşî, qencî û bextewariyên zarokatiyê dike. ne çîrok in lê çîrvanokên destanî ne. mezin jî dikarin temaşe bikin û pê şa bibin, biçûk jî dikarin bi kêfxweşî bibin heyranê fîlmên wî. hêsan e, basît e; ji aliyê vegotin û teknîkê ve bar hilnade ser milên temaşevanan. bi kurt û kurmancî kalê me yê delal û şêrîn şêniyên bihuşta xwedê dixêzîne, vedibêje. ev tişt kalkê me dike kesek baş mîna kal gaxan an jî geppettoyê bavê pînokyoyî.

berevajiya miyazaki, marquez (divê bibêjim yuzyillik yalnizlik û kirmizi pazartesiya wî min xwendin) dojeha ser rûyê erdê bi tevliheviyeke teknîkî vedibêje. heke xwîner çavvekirî nexwîne, honaka çîrokên wî tevlihev dibin. gelek lehengên romanên wî bi heman navê ne an jî bi sê çar navan pêk tên ku heta tu wan ji hevdu veqîtîne, honak tê ser meseleya xwe ya herî giring. çi mesele! min got dojeh! hejarî, ceheltî, şer, kuştin, destdirêjî, ensest û çiqas tiştên neyînî yên mirovan hebe di berhemên wî de dikevin govendê û meda xwîner dike serûbin. dema pirtûk xelas dibe, hilma xwîner diçike. erê, ji aliyê nivîskariyê ve berhem bi serê xwe serkeftî ne, lê bextewarî nade xwînerên xwe.

di vê fatoreyê de du birû derdikeve holê. sebeba hilgirtina min a birûya hayao miyazaki ev e. ew şêrîn e û hêviya min xurt dike. lê marquez... mmm na-ah! dinya bi têra xwe tarîstan e.



05.04.2020 13:19 ~13:25 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» gabriel garcia marquez

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî