1. silav gelê tirşikvanan !
ez dixwazim em hemû, 1'ê gulanê saet 20.00'an de kom bibin û li ser hesabên xwe yên twiter'ê û li malperên din ên medyaya civakî dest bi danasîna tirşikê bikin. em tagek hevpar diyar bikin û heta derengê şevê, tweetên di derbarê tirsik.net'ê de bişînin.
beriya çend salan**, me 2-3 mehan carekî, kampanyayek wisa çêdikir û bi rastî wê demê me gelekî feyde jê dît. gelek nivîskarên tirşikê, bi vê kampanyayê bi tirşikê nas bûn.
--wan salan, li ser twitter'ê ev qas zimanhezên kurdî tune bûn. ên ku bi kurdî dinivîsin hindik bûn. lê aniha bi hezaran profîlên twitter'ê tenê bi kurdî dinivîsin.
--ji xwe van pelên dawî , bi qasê ku ez dibînim, li ba ciwanên kurd, eleqeya kurdî gelek zêde bûye. beriya çend mehan li amedê fuara pirtûkan çêbû û li wir weşanên kurdî digotin em ji bala li ser kurdî gelek qayîl in. ji xwe mirov dikare vê rewşê li ser medyaya civakî jî bibîne.
--piştî şewba coronayê belav bû her derê welat, herkes li mala xwe, heta êvarê li ser twitter û instagram û tiktok'ê ne. bi min ji bo ku em herkesî bi tirşikê bidin nasîn, demekî guncantir tune ye.
--me salên borî, ji bo ku kesên navdar jî tevlî kampanyayê bibin, ji wan re peyam şandin û ji wan xwestin ku ji bo tirşikê tweetek bişînin. gelek gelek kesan, ji bo tirşikê tweet avêtin wê demê.
me wan rojan ji bo ku em wan bidin zorê, me lîsteyek amade kiribû *
lîsteya kesên ji bo piştgiriya kampanyaya danasîna tirşikê alikarî bê xwestin
--ji bo di danasînê de were bikaranîn, caps û sloganên xweşik lazim in. bi wan capsên komîk mirov dikare bala gelek zêdetir kesan bikşîne. me sloganên xweşik dîtibûn û bikaranîbûn. min aniha wê sernivîsê nedît. dema min dît ez ê di bin vê sernivîsê de zêde bikim.
--li tirşikê, teqez bala we kişandiye, beşa caps'an heye. li jor di rêze 5'emîn de ye. li wir di beşa "caps û karîkatûrên kurdî" de 681 karîkatûr û caps hene û bi piranî komîk in. ger em van caps û karîkatûran li tweetên xwe zêde bikin, ew ê tenê ji bo parvekirina wan bê retweet kirin.
--ev sernivîs jî belkî kêr we bê : hesabên twitterê yên nivîskarên tirşikê
ji kerema xwe re ger pêşniyariyên we hebe li vir binivîsin. hê 2 roj heye em amadekariya xwe bikin.
|