Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
extraction

extraction

5. heke mirovek rabe ji bo aksîyonê vê fîlmê daxe, wê hîç poşman nebe. ji vî alî ve temaşevan ser derzî û striyan dide rûniştin, hêcan û meraq jê kêm nabe. tenê du sehneyan de sekanî heye lê, bila hewqas jî hebe. werhasil mîna avê diherike. lê ji aliyê mijarê ve tu orîjînalîteya wê tuneye. ji xwe êdî di fîlm û roman û çîrokan de giringî ne di mijarê de ye, şêwe û rêbaz yên giring in ku wekî min got heqê şêweyê dane.

mêrikê me yê sereke, chris hemsworthte, wekî xortê revandî got, naşibe tyler-an lê bradpitî li wî heye. ew di sehneya giriyê de çi xweş girî law, dilê min bijiya. bi rastî jî çavên wê yên giriyê ne. hêviya min ew e ku em wî di fîlmên tijedram û tijetrajediyan de bibînin, bila hêsir û rondikan ji çavên wî yên şînik bibarin û em jî pê re bigirîn. xweş digirî werhasil. mirov ecêb dimîne ku hema carek be jî derhênerî sehneyeke seksê nekiriye nav mijarê. ne ku meraqdarê vî tiştî me, malum di sînemayên amerîkayê de -gelek caran ya azad jî tê de, bi prensîba "seks her car dide firotin" tev didin. mînakek bo vê prensîbê: enemy at the gates/122361 belkî jî ji ber prensîbên farahani?

golshifteh farahani? heqet çima di vê fîlmê de lîstiye? qey xwestiye di hollywoodê de cih bigire yan na tu maneya wê rola wê tuneye. ne karaktera wê karakter e, ne jî di honakê de cihekî wê yê "lîst-avakarî" heye. erê di sehneyên dawî de sniper-iya wê xweş bû lê, di fîlma du saetî de du sê deqe? pênç? qey derhêner û senarîst serên xwe dane hev û gotine eyb e û di dawiya fîlmê de dilê temaşevanan bi rola wê dane rehetkirin.

her wiha.

mirov fêm dike ku hevalekî serhedî wergera fîlmê amade kiriye. destên @brzn sax bin, xweş wergerandiye. mirov bi kurdiya wî ya herikbar bêhnteng nabe, bi hêsanî motîveyî fîlmê dibe. lê hin tiştin neyînî jî hebûn. wekî "xeberda" di pir cihan de pevre bûn. herwiha di gelek cihan de qertafa kopulayê (e, ye) pevre hiştibû. dîsa, belkî ev tenê ji bo min derbasdar e, kesên din nizanim lê, dema replîk bi herfa girdek nehatibe nivîsîn, çavên min çend salîseyên xwe yên giring li wir xerc dike * ku ji xwe replîkek qasî 3-5 saniye li dîmenderê dimîne. ev edetekî pîs e. * her wiha bila her tim wergeran bike ku em ji kurdiya wî ya xweş mehrûm nemînin. her bijî.



03.05.2020 23:50 ~2020.05.06 13:56 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» extraction

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî