Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
friends

friends

1. yek ji rêzefîlmên sitcom a herî navdar a cîhanê ye û çawa mijara wê li tirşikê venebûye şaş mam (rêzefîlmê min li tirşikê zêde kiriye* hayîn kostok*!).

di navbera salên 1994-2004an de 10 sezon û 236 beşên vê rêzefîlmê hatine weşandin. rêzefîlm li ser jiyan û serpêhatiyên 6 ciwanên ku 20 saliyên xwe de ne hatiye honandin. cûreya wê komedî û romantîk e û ji aliyê kanala nbcyê û bi derhêneriya david crane û marta kauffman hatiye kişandin. 6 lehengên sereke yên rêzefîlmê hene ku ji hev gelek cûda ne:

- chandler bing (matthew perry): lehengê herî komîk û sarkastîk e. ji ber pirgirêkên dêûbavên xwe, têkiliyên wî yê civakî hinek qels e.*

- rachel green (jennifer aniston): lehenga herî needilî lê herî bedew û xwingerm û dilzîz e. bavê wê dewlemend e lê perê bavê xwe red dike û dixwaze xwe bi xwe debara xwe bike.

- joey tribbiani (matt leblanc): lehengê herî pak û jidil û qeşeng e. aktorekî neserkeftî ye lê bi rola dr. drake ramoray hinek navdar dibe.

- monica geller (courteney cox): lehenga ku wek diya grubê ye. aşvan e û xwişka ross geller e.

- ross geller (david schwimmer): lehengê herî zana û entellektûel e lê hinek ziyanok û tewş e. profesorê palaentolojiyê ye û ji dînozoran pirr hez dike. birayê monica geller e.

- phoebe buffay (lisa cudrow): hahahaha dema phoebe tê eqlê min bê hemdê xwe dikenim*. lehenga herî sosret û cihê ye. jiyanek trajîk jiyaye lê dema çîrokên xwe yên xemgîn dibêje şûna ku dilê meriv bisoje, meriv ji kenan zikopişto dibe.* masor e û li hemberî her tiştê ye.

gotinên ku ji rêzefîlmê mane hişê min de û carinan di sohbetan de bikar tînim*:

(bnr: how you doin')

(bnr: we were on a break!)



06.05.2020 22:55 | xelîl

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» friends with benefits

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî