Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
xirabo

xirabo

6. Li min û li vî dikî
Li vî fêmî û vî sewdayî
Ez ê çi bikim ku serê te vî aqilî
Xirabo ez çi qas nifiran li te dikim tu namirî
Ez çi qas şîretan li te dikim tu biçek aqilê xwe nagirî
Tu ji min re nebû kevirek ji kevirê aqûd û almas û cewahirî
Xirabo min ê tu heft salan bi dest paxilan, bi goştê berxan bi qeymaxê gamêşan agirmalo ji xwe ra xudan kirî
Min ê tu bi ramûsanan çepê, rastê xudan kirî
agirê kulê bikeve mala bavê te de
Doh van çaxan keçika mala cîranan bi şîva kutilkan bi niviştê şêx û mela tu qanih kir û ji min birî.

Xerabo xerabo xerabo xerabo
Xerabê dinê
Te Gula xwe da bi sosinê
Te miha xwe da bi bizinê
Te ezîza ber dilê xwe yî heft salan guherî bi keçika cîranan wê kina, keja, çavreşa bi xudana şîva kutilkan, niviştê şêxan, kevnejinê.

xirabo dîsa li min û li vî dilî
agirê kulê li mala bavê keto te terka min î kevoka serê gelek kirî.
Tu li xudana şîva kutilkan bi quweta niviştên şêx û mela tu hesilî.
Sing û ber û bedenê min karê gewreboz in mîna berfa Bîngol û Şerefdînê cotê memikên min rebena Xwudê mîna şemamokên deşta hesinan taliya havînan serê payîzê di lema xwe de kemilîn û xemilîn.

Xirabo heta roja mirinê kul û keserên xirabê xelkê dernakevin ji ser vî dilî.
Ez nexweş im lawiko ez ê bimrim
Ez li bextê te û Xwudê me piştî mirina min re bi hêceta tayê, nexweşiyê, bawîbûnê rojekî pêncşemê êvareke îna were nava tirban
destê xwe yî zer î zeytûnî dane ser herdu kêlên min û kevirî
Bide bedêla telqîna melê de bila dengê te yê hoganî li kerika guhê min ê rastî bisekinî.
Sê dengan bi dengê bilind bang ke bêje lawiko heta roja mirinê bi kêlên kevirî bi Xwudê ez ji bîr nakim diketina te ya ewilî.
.......................
........
....



08.05.2020 04:53 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xirabo

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî