Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
î ya berî y yê

î ya berî y yê

36. nakokî di vê qeyîdeyê heye. lê belê ez niha dijî wê me ku bêyî lêkolîn û pênase û delîl û îzahatan rabin qayîdeya "î ya berî y yê dibe i" biguherînîn û bikin tiştekî din a ku ew jî nakokiyan bihewîne.

min ji serî de sebeba dijberiya xwe wiha îzah kir: erê ev qayîde (-îy->-iy-) nakokî dihewîne. ji ber ku li her derê mirov nikare bi dilrehetî bisepîne. lê belê divê kurmanc li kû -îy- li kû -iy-binivîse ne eşkere ye, kesek analîza vî tiştî nekiriye. baran rizgar xwestiye vî tiştî bike.

min kurdiya xwe bi saya pirtûkên baran rizgar pêşve bir. lê belê rexneya min a pêşîn ev e: tespîta pirsgirêkê baş e lê belê ji ber ku usluba wê xîret û xebata qanihkeriyê dihewîne, rastî (yên zimên) li bin siya wê maye. tu çima mîna qûnciknivîsan dixwazî xelkê qanih bikî? ji xwe, çi xweş te navê pirsgirêkê daniye û mînak bi mînak dest bi îzahatê kiriye. berde, yên heq dan, yên fêm kir ji xwe wê qanih bibe. hindik maye, wê di nav hevokan de peyvên mîna "bi quran lo, ma tu bawer nakî" derkeve.*

baran rizgar yekser îy > iy red kiriye, rexneya xwe jî piranî biriye ser kesên ku ne girêdayî vê qeydeya tevahî lê tenê iy diparêzin. wekî tê zanîn di Celadetê gorbehişt de ev -y-, dengên -ê- û -û- yên berî xwe jî dike i, an jî e. lê di nav demê de ev bêyîferzkirin hatiye guherîn û wekî xwe hatine nivîsîn.

ji xwe em dizanin ku di nav demê de ev wiha bûye. lê derdê me ne ebedîkirina iy li şûna îy e. Mesele ev e ku herçiqas li her derî -iy- nebe jî, herwiha li her derî jî -îy- nabe. ji ber ku komxebata kurmanciyê tê de ya ku ew peywira ferzkirinê hildaye ser milên xwe, ji aliyê kesek ve nehatiye vekolandin ka li kû derê dibin -iy- li kû derê dibin -îy. divê cihên wan bên tespîtkirin. bêyî tespit kirin mirov nikare li şûna qayîdeyekê nakokdar, rabe qayîdeyekê din a nakokdar dîne. ev bêmentiqî ye û li dijî bêmentiqiyê me. ji ber wê jî alîgirê ev qayîdeya 70-80ê salî me ku kurd bêyî şewata mejiyê wê hîn bûne û ew bi kar aniye.

***
kanî - kanîya mezin > kan'ya mezin
derî - derîyê zer > der'yê zer
di van mînakan de îzaha baran rizgar kêm e, di zimannasiyê de rêzikek basît heye: dengên dirêj nakevin, dengên dirêj berê diguherin dibin dengên kurt, û piştre ji ber sivikiyê dikevin. di vir de rêdana wê xelet e, yan jî bi zanebûn rê nedaye. divê wiha rê bida ya kanî > kanîya mezin > kaniya mezin > kan'ya mezin. tu nikarî bêyî rêdana vê guhertinê vê meselê zelal bikî û bibêjî "tu derê qet'en îy nabe iy". ji xwe min di rexneya xwe ya ewil de got, ev paşguhkirin an jî nedîtin ji ber xîreta baran rizgarî ya qanihkeriyê ye. li vir î bûye i, ji ber sivikiyê jî wekî piraniya peyvên i dihewînin, i ketiye yan berketinê ye.

baran rizgar nêrîn û pêşnîyaza celadet alî bedirxan pir erzan kiriye, rizgar hewqas erzan kiriye ku wekî celadet bi xwe nizane çima biryarek wiha daye. Ev tê çi maneyê? divê mirov mîsyona qanihkeriyê hilnede ya na ew ê ji zanyariyê dûr keve. wergirtin ji nivîsa wî: "Ji xwe wî bi xwe jî di vî warî de analîzek pêşkêş nekiriye; yekser qaydeyên jorgotî rêz kirine."

ji ber vê rewşa wî ya derzanyariyê, di dema xwendinê de kêfa meraqa min xerab bû lê belê di dawiyê de pirsek xweş pirsiye: i, î û ê di kîjan rewşan de dikevin? Ev pirs bi rastî ji bo zelalkirina vê meseleyê feydeyê bide kurdan.

nivîs ev e: MIJARA 'îy' û 'iy', 'êy' û 'iy'; DI HIN REWŞAN DE KETINA DENGDÊRÊN i, î û êHere lînkê



08.05.2020 12:53 ~13:14 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene