Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
femînîzm

femînîzm

4. femînîzm him ji bo jina kurd û him jî ji bo civaka kurd xelasî ye, felat e, rizgarî ye. wekheviya wan şertek jiyana birûmet e. dijmin dîtina fikra komunîzmê, sosyalîzmê, femînîzmê ji bo xwedî dewlet, xwedî mal û milkan normal e. lê belê yên ku di bin mêtingeriyê de ne, çima dibin dijmin, ecêbiyek e.

lê di nav fikra femînîzmê de jî gelek cure, gelek fraksiyon hene. wekî mînak femînîstên komunîst û ên sosyalîst dibêjin ku çavkaniya zilma li ser jinan kapîtalîzm e. anarkofemînîzm û femînîzma fransizan dibêje koka zilmê di pergala bavûkalan de ye. hinin hene dixwazin li nav pergalên polîtîk û dînî pirsgirêkên jinan û wê zilmê çareser bike yê ku li jinan tê kirin, wekî femînîzma îslamî û femînîzma lîberal. yanî guh nedin peyvên dijminan. çawa kurd ne yek in, tê de sunî û êzîdî û elewî û ateîst hene, tê de bajarî û gundî hene, kurmanc û soran û zaza hene, tê de azadîxwaz, statu-xwaz, sosyalîst û îslamî hwd hene, femînîzm jî mîna kurdan ne yek e, ne homojen e. ji xwe mirov nikare wan homojen bifikire. ji ber ku nasnameyên hebûnê çiqas pir bin, pirsgirêka jinan hewqas jev cihê dibe û çareseriya wê jî cihê dibe.

bifikirin jinek kurd a nexwende ya sunî û gundî li kû ye, jinek kurd a elewî û bajarî û xwende li kû ye û rabin jinek tirk dînin ber wan. mirov nikare pirsgirêka wekheviyê li ser yekî çareser bike, divê hemû mînak werin hev dan û wiha bê nirxandin.

ka ez peyvê bînim ser van gotinên jêr ên nebaş. hinin dibêjin divê ev gotin ji ferhengan bê rakirin. bi min divê bimînin, lê neyên bikaranîn. divê bimînin ji ber ku dema dijmin har bûn, mirov motîvasyona xwe ji bîr neke. ehmeqiyeke mezin a civata me di van peyvên berbelav de xuya dibe:

kur darê pişta bavê ye, qîz warê xelkê ye
adar ne bihar e, xox ne ti dar e, qîz ne war e
kur dîwarê hundirin, qîz dîwarê derve ne

mêrên herî demokrat û çepgir ên kurdan jî tê de ne, di pratîkê de di derheqê jinan de wiha difikirin, rasterast nefikirin jî, wiha hîs dikin. ji ber vê fikra wan a genî, ne keç didin xwendin, ne wan mîna mirovan dibînin, xizmetên xwe didin çêkirin. dema xwestinê jî qelen di bavê de dimîne û bi bêveger didin mêr. ew zawa keç bikuje jî êdî ji bo keç mala bavê wê namîne. dema dêûbavê keç bimire, ji mîrasê jî mehrûm in. qala lêxistinan nakim.

hinin şahidiyên min ev in, û ne ceribandinên jev cihê ne, çavdêriyeke belav e. polîtîkbûna jinên kurd çîrok e. ne çîrok be jî kêmaniyeke pir biçûk e di nav tevahiyê de. ji xwe hêviya min bi wan jin û mêrên kurd in ên ku bi ked û tevgerên xwe dixwazin civata me li ser milên xwe bilind bikin a ku bi zaneyî hatiye paşde hiştin, lê belê niha mîlyonan di nav malan de li bin zilma bav û bira û mêr dinalin. ên ku bibêjin na, femînîzm jehr e, baweriya we hebe, ew bi jehrî ketine. divê kurdên xwedî wijdan ji wan dûr bisekinin.

lê belê...

em armanca kizlar haydi okula jî pir baş dizanin. kesek nikare me bixapîne û bibêje ev kampanya tenê ji bo "wekhevî"yê ye. lê bila ev bimîne hevaleke din.



11.05.2020 18:20 ~18:26 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» femînîzma radîkal

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî