Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 28 peyam
eliyê teremaxî

eliyê teremaxî

2. Eliyê Teremaxî ku li gundê Teremaxê yê Muks yê Wanê hatiye dunê, di şikesteka sedsalên 16 û 17an de jiyaye. Cara ewil, wî rêzimana erebî bi kurdiya kurmancî nivîsiye. Teremaxî di berhema xwe de beşeke musteqîl ji rêzimana kurdiya kurmancî re jî veqetendiye, her wiha rêzimana erebî, farisî û ya kurdiya kurmancî berawird kiriye. Lewre ew weke rêzimanzanê kurd ê yekem e ku bi kurdiya kurmancî li ser rêzimana erebî û kurdiya kurmancî rêzimanek nivisîye.

Destnivîsa Tesrîfa Teremaxî cara ewil di salên 1850yî de li Hekarî li ba melayekî hatiye dîtin. Mela Mahmûdê Bazîdî ew rûnûs kiriye û pêşgotinek li ser medreseyên kurdan û danerê berhemê jê re nivîsiye. Konsolosê Rûsyayê yê li Erzerûmê A. Jaba ew şandiye arşîva Akademiya Zanistiya Sovyet a li Lenîngradê. Marûf Xeznedar jî ji wir girtiye û di sala 1971ê de li Bexdayê, digel pêşgotinekê çap kiriye.

Berhem ji destpêkek û 31 beşan pêk hatiye û ji bo ehlê medreseyê yên ku nû dest bi xwendina erebî bikin hatiye amadekirin. Bi traskrîpekirin û rojanekirina zimanê Tesrifa Teremaxî û ji aliyê şêwe, ziman û rêzimanê ve dahurandina wê, palpiştiyeke girîng ji xebatên modern ên li ser rêzimana kurdiya kurmancî re ava bûye. Tesrîf, bi aliyên xwe yên dîrokî, di nav kitêbên dersê yên mufredata medreseyên Kurdistanê de, bûye xwedî ciyekî girîng.

çavkanî: TESRÎFA TEREMAXÎ (Metn û Lêkolîn Aydın ÜNEŞİ Teza Lîsansa Bilind, Zanîngeha Mardîn Artukluyê Enstîtûya Zimanên Zindî yên li Tirkiyeyê Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî 2016)



12.05.2020 16:19 ~16:20 | sitî cp

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [2]
Divê di nav saziyên Kurdan de serdanên bi vî rengî zêdetir bibin. Ger ...
orşîektomî [1]
bi neştergerîyê jêhilanîna testîsan e. ger her du testîs jî bên jêhila...
torsiyona testîsan [1]
ew rewşe ye ko gunik li dora xwe dizîvire û korda spermatîk di...
torsiyona testîsan [1]
Li skrotuma nexweş şewt û jana ku nexweş nikare xwe li berê bigire pey...
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [2]
ker di simbêlên waliyê hewlêrê ne. me bi bayê bezê ji bîr kir çaxê ala...
belki ev jî bala te bikişînin
» eliyê evdilrehman

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî