Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
rêbera rastnivîsê ya tirşikê

rêbera rastnivîsê ya tirşikê

1. Rêbera ku dê di tirşikê de standartîzasyona kurdî xurt bike û ahenga nivîs û sernivîsan çêtir bike ye. Belê heye ku pirsên " çi pêdivîya vê heye "? Di mêjiya we de derbas bibe, ji ber wê pêşî pewîstîya wê divê bê rave kirin.

Heya niha herkes tabi`ê rêbera rastnivîsînê ya weqfa mezopotamyayêyê bû. Lê berya çendakî weqf rêberê nûjen kir û hin rêzika guhert û ev biryarên wê hineka aciz kir. di bikar anîna rêberê de dudilî çêbû. Hin kes biryara ne eciband û hin kesan jî guherandina rêzika celadet alî bedirxan nepejirand.ez bawer nakim ku kesek ji min bêhtir ji rêzdar mîr celadet hez bike lê ji bo yekîtîyê divê mirov dilê xwe li hin tişta ragire. Yekîtî jî berê di nivîsê de dest pê dike. Belê ev ne cara yekeme rêzikên mîr tên guhertin. Heçiyên dibêjin na em guhertina rêzikên mîr napejirênin jî wan guhertinên berê dipejirênin û bikar jî tînin. Weke mînak cenabê mîr li hin deran tîpa i bikar netanî lê em anha bikar tînin. Mînak zman> ziman, gihaneka " ku " weke ko dinivîsî lê em niha ku dinivîsin. Yanê rojenkirin û nûjenkirin ne xerabe û li hember mîr jî ne bêrêzdarî ye.

Îja em werin ser rêzikên tirşikê, ez di vê mijarê û di tirşikê de ne otorîte me lê heke moderator û heya nivîskar li ser vê mijarê gengeşeyên xwe bikin û biryarên xwe bistînin û herkes tabi`î van biryara bibe bi ya min dê çêtir be.

Biryarên ku divê werin standin,

1-î ya berî y yê
2- nivîsandina navên taybet ( yên bîyanî)
3-du tîpên rêngdêr yên tên ber hev.
4-tîpa ducare
Bi vî awayî bi dehan mijar hene lê qene yên pir berbiçav û tim lê rast tên dikarin werin dîyarkirin.

Axir, heke hûn bêjin na em nikarin bi van tiştan mijûl bibin wê çaxê ezê li gor rêbera weqfa mezopotamya tevbigerim û heke ji ber î ya berya y ya min moderatorek rabe û navê mijara min vekirîye biguherîne ezê çêr û dijûna bikim ji raya giştî û ji tirşikvana re!*

Sererastkirin: navek hat rastkirin



13.05.2020 01:46 ~01:48 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» rêbera rastnivîsê ya tirşikê
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî