Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
la belle dame sans merci

la belle dame sans merci

1. helbesteke dil dilorîne, lo! helbesta john keats e. kawayê min ê hezarqelem jina bedew a dilkevir xemilandiye ser zarê min e. çavkanî: Here lînkê

ezamet e! sir frank dicksee, di sala 1901an de helbestê kiriye tablo. Here lînkê

ûûû ben wishaw jî di fîlma bright starê de helandiye.


I

çi tu kurmal kirî lo zindiyê reben,
Bo rû zer, tenê, bûyî casûsê serê riyan?
Deryaçe bû warê pûş û pelaxan,
Xwendina teyr û tûyan nema dide olan.


II

çi tu kurmal kirî lo zindiyê reben,
Bo çi wisa şepirze yî, jar û rût?
‘Embara sivoriyê tijî bû,
Paleyan nan û gîha dirût.


III

Ez sosinekê li ser ‘eniya te dibînim,
şilêrîtiya janbar û xunava tagirtî pê re;
Lêbelê gulek e diçilmise li ser hinarikê te,
Ku bi lez reng berdide ji xwe re.


IV

Ez rastî banûyekê hatim li mêrg û çîmenan,
Kihêleke jinan, perîzayekê;
Porê wê dirêj bû, liv û meşa wê werdekî,
çavên wê, yên karxezalekê.


V

Min ew avête terkiya kihêla xwe ya çargavî,
Roj pê ve çavê min nedît tiştekî biyan;
Li serê riyan, li hêwran xwe çeng dikir, distrand
Straneke cin û periyan.


VI

Min ji serê wê re gulwazek çêkir,
Bazin jî, kembereke bêhnxweş;
Wê dil berdabû min, li min dinihêrî,
Jê diçû nalîniyeke xweş.


VII

Wê çû ji min re kokên çêjşêrîn,
Hingivê beyanî, xunava gezoyê hilda anî;
Bi zimanekî lap xerîb got,
Ez ji te hez dikim bi can û cananî.


VIII

Wê ez birim şikefta xwe ya cinan,
Li wir, awir kuta, axîneke kûr jê çû,
Min li wir çavên wê yên melûl î kovî girtin,
Wilo, bi ramûsana min re di xew re çû.


IX

û em li wir, li ser kevzê hênijîn,
Min li wir xewn dît, lo xwelîsero,
Xewna dawî bû min didît
Li ser wî berwarê saro.


X

Min şah û mîrên rûzer jî dîtin,
şervanên rûzer, reng û rûçik li gişan zer;
Pêk ve gotin - “La belle Dame sans merciyê
Li te girêdaye sêhr!”


XI

Min dît dev bi bihostekê ji hev, lêv terikî
Wan ez agah kirim di hingora êvarê de,
Ez jî hişyar bûm, min dît ku ez li vir im,
Di vî berwarê sar de.


XII

Ji ber wê ye ku ez li vir dimînim
Tikîtenê, wekî casûsekî rûzer î serê riyan,
Her çend derçaye bûbe warê pûş û pelaxan,
Xwendina teyr û tûyan nema bide jî olan.



18.05.2020 02:59 ~03:02 | tizbîkêş

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» belle gibson
» dame
» sans blague

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî