Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


12 mijar û 15 peyam
baweriya girêdayîna devê guran

baweriya girêdayîna devê guran

11. Meseleya ku demên zarokatiyê dine bîra min.
Li çiyayê millan (bi tirkî dibêjin munzur dağı) gur pir bûn. Hemû koçerên şekakan, parçikan, reşiyan û eleviyên kirmanc gava bihar dihat ji xarpêtê, ji dêrsimê û ji erzinganê keriyan xwe ji zû we rez bi rez dişandin û paşê malên xwe bar dikirin û dihatin ser wê çiyayê. Gava havînê bi sedan malbatên koçer bi konên xwe yên reş û spî ew çiya mina çiçeka beybûnê dimeşandin. Ya herî xweş ew bû ku dema Şevê li ser gazeka bilind seyr kirina obeyan bû. Li her konekê lambeyek dişewitî. Her yek dibû mina çîkek di darîya şevê de. Gava li ezmanê hiv jî hebû ew dibû ahenga şewqê.

Koçeran obe û obe cih digirtin. Li obeya alîbeg jî nêzikê 20 mal hebûn. Hinek ji wan şekak hinek jî reşiyan bûn. Ji bo havingehê diçûn geliyê seqman. Ew der ji çiyayê millan dikeve sinorê erzinganê. dema osmaniyan geliyê seqman bi tapiyê herda mala alîbegê bû. Paşê ji herda xwe xwedî derneketin û ew bû mera.

Werhasil.

Her şevê gur muhaqeq belaşê keriyên obeya şekakan dibû û çend heb pez telef dikir.
Malbatên obeya alîbeg jî ji zilmê guran bêzar ketibûn.
Acûz mabûn. Difikirîn nabe, Herkesê qala çareseriyek cûda dikir. Mesela alîbegê bixwe bi şev berxikek li kêleka daristanê giredabû û xwe weşartibû û bi tifanga xwe (keleşek bû) û 4 rojan gur payibû. Lê zalîmê, nehatibû.

Çareseriya herî balkêş jî ya Malmata celalê nuri qurdo bû. Wan her tim behsa girtina devê gur dikirin. Ji mihedînê 9 salî ta xaltiya zerîf ya 80 salî, giştkiyan digot "em ê devê gur bigirin û carek din gurê nêzikê pezê me nebe". Tenê nazîm ji xûrefayên wisa hez nedikir. Ew jî li stenbolê li mektevê bû.

Li obeya alîbegê tev kesekê bi gotina mala celalê nuri qurdo bawer nedikir û qelfên xwe bi wan dikirin.

Lê Celal bi xwe pir bawer bû. bihistibû ku li iliçê (navçeyeka erzinganê) xoceyek (mele) nefesa xwe saxlam heye. rojeka meha havînê ya ortê li hespa xwe siyar bû çû ta ji iliçê ew xoce hilgirt hanî. Xeylek pere teklîfê kiribû.

Xoce hat. Ji bo mille malbata celêl berxika qerkaş jî serjêkirin û kirine qawîrme. Xoce zikê xwe têr kir û devê gur girt. Gava xoce devê gurt girt herkes bi merax li dorê kom bibû. Ji obên din jî xeylek kes hatibûn. Hem ji bo goştê berxika qerkaş hem jî ta bibinin hela xoce çito devê gur girêdide.

Xoce kêreka vedibe û kîp dibe xwast. Celêl di cêba xwe de çeqoya xwe derxist dirêjê xoce kir. Xoce ew çeqo girt destê xwe û çend dûa xwend. Paşê devê çeqoyê girt û bi deziyekê ew têr kîp gireda. Dûwre bi tirkî ji celêl re got: Şu dağdan şu dağa kurt ağzını bağladım. Bu bıçak kapalı durduğu müddetçe artık senin sürün kurttan emandır. Kurt senin koyununu yiyeyemez. Rahatına bakabilirsin.

Bi rastî jî werg bû. Kêf kêfa celêl bû. Paş girêdanê devê gur, tam 2 hefte gur nezikê pezê celalê nurî qurdo nebû. Êdî herkesê pesneya xoceyê erzinganî dikir.
ta ku rojekê ji rojan, sibe di reş de şivanê celêlê biçûk (dajo) bi qîrîn kete nav obê.

Apê celal! Apê celal! bibeze, bibeze. Hirç ket nav keri û pez kir dike. Vê rojê hirçê 8 heb pezên celêl telef kiribû.

Disa nebû.

Celêl devê gur girêdabû lê îcar jî hirç derketibû.

Ew jî meseleyek wisa bû



2020.05.21-20:42 | cinorek

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
dengdanên dawîn (Yên Din..)
diyaloga bav û lawan [2]
- elo - merheba bavo - çawa yî kurê min? - baş im bavo saxbûna canê...
diyaloga bav û lawan [1]
Herkesî diyalogên kur û bav nivîsî ne. Ez: - Ew: - Ez: - ......
wîkîpediya [3]
wîkîpediya/128164 bi minasebeta meha asyayê 2020 çar gotarên nû lê hatin zêde...
hindistan [1]
welatê mîlyarek nîv gelheyî ji aliyê partîya neteweperestiya (vbnr: hi...
erdal kaya [1]
"erê ednan em jî têra xwe psîkopatin em jî têra xwe dînin"...
belki ev jî bala te bikişînin
» baweriya girêdayîna devê guran
» dever
» gurandin

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî