Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
vebijêrka guhertina baweriyê ya di e-devlet'ê de

vebijêrka guhertina baweriyê ya di e-devlet'ê de

2. xizmeta ku di cî de fîş kirinê tîne bîra mirov. ku ev xizmet ji aliyê partiyek wek akp'ê hatiye çêkirin, mirov hê dikeve şikê.

weke we tiştek wisa derxist, hûn ew qas mêr in; bêjin ê ku dibêje ez ne misilman im û xizmeta mizgeftê, qursa qûranê û hemû xizmetên din ên diyanetê naxwazim, bila ji bo van xizmeta tu bac ji wan neyê standin.

ji bo diyanetê, ji bo sala 2020'an 11.5 mîlyar TL, ji bo sala 2021'an 12.3 milyar TL û ji bo 2022'an jî 13.1 mîlyar tl hatiye veqetandin. ev pere jî pirî caran têra wan nake û hê zêde dikin. û perê ku ji bo misilmanan tê xerc kirin jî ne tenê ev e. bi hezaran weqif û cimaat bi budçeyên wezaretên din û bûdçeyên şaredariyan têne xwedî kirin..

kardeşim, ez naxwazim qursên qûranê a ji bo keçan in û leylî* ne bên vekirin. bila dewlet perê ji min nexweze neçe ji bo mizgeftan xerc neke. bila ew "abiyên" di nav cimaatan de ne û tenê ji bo xapandina zarokan dixebitin, meaşê xwe ji bêrika min dernexin.


heçiyê dibêje ez misilman im û dixwazim li taxa min mizgeft hebe, bila pere nav xwe de kom bikin û mizgefta xwe bide çêkirin. bi pereyên ku bi zorî ji mirovên nebawer hatine standin, mizgeft tên çêkirin û misilman jî diçin tê de nimêj dikin. ev zordariyek e û divê were guhertin.



23.05.2020 16:14 ~16:16 | brusk56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» vebijêrka nivîsandina anonîm li tirşik'ê
» guhertina navê bikarhêner

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî