Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 54 peyam
blues in botan

blues in botan

1. Albuma Ferit Sevim a ji stranên herêma Botan hatî berhevkirin e. Di albumê de 4 stran heye. Bi gotina hunermendî ev stranên Şirnex yên ''palehî''yê ne. Min çav li qenala wî ya YouTube'ê gerand xebatên xwe berîya salekê derxistî bû. Piştî salekê albuma xwe li ser hemû platformên digital weşandî ye. Di çend hevpeyvînên xwe de qal dike dibêje 'di muzîka Botanê ya resen de bemol2 tune ye. ji ber wê yekê stranên herêma Botan ji sentezek wisa re misaîd in. Hezkirina min a van her du çandan ji bo sentezek wisa re ez dehf dam û min jî sentezek wisa kir' û li ser zêde dike dibêje 'min xwendina vokalê qet ne guhertî ye. Ew nameyên ez dikim dengbêjên Şirnex jî dikin'. Dilnizmî kirî ye bi ya min, bi rastî jî gelek serkeftî ye û album gelek bi kêf e. Tahmek gelek cuda xistî ye di nav de. Dema mirov guhdarî dike dibêje qey Botîyan koç kirî ye Missisippiyê. Wexta mirov guhdarî dike nikare li cihê xwe bisekine. Favorîya min Ho Reşo ye. Di parvekirinek ya xwe de tiştek wisa jî gotî bû 'a rastî qet naxwazim bi covera derkevim li pêşberî guhdaran lê belê ez di nav vê çandê de mezin bûm û ez xebatek wisa çênekim wê bimîne di dilê min de'. Ez jî dibêjim sihheta te xweş! Baş e ku te ev xebat çêkirî ye û ji me re pêşkêş kirî ye. Hunermendê ewil ê stranên Botanê berhev kirî û şîrove kirî ye jî. Ez zêde dirêj nakim, ka fermo guhdarî bikin

Here lînkê



25.05.2020 20:41 ~20:42 | soryazyus

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
îtîrafên tirşikvanan [1]
ev demeke dirêj berê min li tirşikê taybetmendiyek zêde kiribû û ji bî...
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
belki ev jî bala te bikişînin
» blues in botan
» botan international

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî