Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
blues in botan

blues in botan

2. xebatek lisernehatî sekinîne. şîrovekirina berheman jixwebawerîyek, karê xwe de hostahîyek dixwaze. ger ev nebe tişta stranbêj dike ji texlîdeka xirab pêvetir nabe tiştek dî. jinûve strandina berhemên folklorîk di enstrûmentan de, şêweyên muzîkê de jî serwextbûn dixwaze, an na wateya şîrovê çiye? jixwe dengbêj û stranbêjên berê xweş dibêjin. lê em li muzîka ferît sevîm binêrin, li vê albûma wî: "blues in botan!" wow! çi navek lêkirye. tê bêjî qey ev hevale hostayê bluesê ye hatiye vê jêhatina xwe li muzîka botan bîne. ferît bi vê performansa xwe di gîtarjenîyê de di asta stajyerek de ye. tu tarz û lêxistina gîtara wî nîne. ji serî heta dawî di eynî forman de dijenîne. ka blues? ka gîtarjenî? ka şîrove?

soryazyus gotiye heçku botîyan koçî mîssîssîpî kirne. ma ew ne country muzîk bû gidî? lê hema çi be kî dê bikare wê wateyê ji vê gîtarjenîya qels, bênîzam, bêtam, bêrih derbêxe? ev hirmetê ji bo zirtê hembajarîyê xwe bide bi kotekî wateyan ji kuna gîtara erzan derdixe.

ferît sevîm ne hunermend e, stranbêj e, lê wisan be jî ne yê yekemîne ku stran û berhemên folklorîk ên botan berhevkirî û şîrovekirî ye. gelek kom û kesan vî karî jimêjve, bi şanazî kirne. ferît jî herêma botan û berhemên amade ji xwe re dike alav û reklam. temam bila berhevke w bêje lê berî mirov dest bi karek bi vî rengî bike divê hostayê muzîkê be.



25.05.2020 22:23 | hespêsor

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» blues in botan
» botan international

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî