1. qebîleyeke cihû ( yahûdî ) bû. di sedsala 7 a de li yesrîbê dijiyan. di şerê xendeka ya yesrîbê de ev qebîle li hember artêşa bisilmana, di gel erebê mekeyê şer kirin. piştî artêşa bisilmana bi serket û pûtperestên mekkeyê têk çûn, ev qebîle revîn kelha xwe. piştî meydan xalî bû vêca bisilmana êrîş bir ser qebîleya benî qûreyza. bisilmana kelehê dorpêç kirin û li benda qedandina av û xwarina wan man. piştî çend roja hin şerên biçûk qewimîn û ji dûrde tîra avêtin hev. lê piştî ku av û xwarin di kelehê de nema îja cihû xwestin teslîm bibin. lê xwestin ku hekemiya wan sad bîn mûaz bike. sad bîn mûaz serokê qebîleya evsê bû. û neqeba evs û benî qûreyza baş bû. ji ber wê dixwestin hukmê wan sad bîn mûaz bide. vê daxwaziyê mihemedê kurê evdila jî pejirand. û xwest sad hukmê xwe diyar bike. |
|
06.06.2020 23:11 ~23:19 |
tîrêj zana 21
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |
|
dîsfajî [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [1] |