1. Ez im. Do cîranê me hate mala me û got " cêyrana me tune ye. " Ez rabûm çûm mala wan min tesîsata wan vekir, li otomata (qutiya şartêla ) wan nihêrî, paşê min nihêrte ku nêtara ( notr ) wan qut bûye. Ez çûm derva, min panoya wan derva vekir û nêtara saetê girê da û cêyrana wan berda. Heya vira ji bilî vekirina panoya derva ya qedexe pêve tu pirsgirêk tune ye. Arizayek asayî ye. Lê piştî ku min cêyran berda pêve îja cîranê me pirsî , pirsgirêk çi bû? Ez bi kurdî dibêjim fêm nake, bi tirkî dibêjim fêm nake, zimanê gerdûnî ji xwe qet nebêjin. Dikim nakim bi zimanekî tenê fêm nake. Xwêna wî du zimanê tevlîhev dixwaze. Yanê tirkmancî û qertafa " mîş " dixwaze bibihîse. Dema bi kurdiya resen jê re rave dikim, dibêje " ev kîjan ziman e? " |
|
14.06.2020 23:34 |
tîrêj zana 21
|
simurg56 [2] |
|
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1] |
|
renas kaya [1] |
|
keloş [1] |
|
keloş [2] |