Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
miraz ronî

miraz ronî

1. Miraz Ronî, bi navê xwe yê fermî Mulazim Özcan e. Endamê Senatoya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye, endamê PEN'a Kurd a Navneteweyî, nivîskar, helbestvan û wergêr e.

Kurtejîyana wî :
Miraz Ronî di sala 1966an de li gundekî Betlîsê yê bi navê Nîst hatiye dinê. Dibistana seretayî li Norşên û Tetwanê, ya navîn li Tetwanê û lîse li Tetwan û Betlîsê qedandiye. Li Zanîngeha Anadoliyê ji dûr ve (bi sîstema açikogretîmê) beşa Îktîsadê xwendiye û belgeya karê hesabdariyê girtiye. Piştî sala 1992yan di nav gelek karên çandî û siyasî de cih girtiye. Di avakirin û kargeriya rêxistina HEPê (Halkin Emek Partîsî) de li Norşêna Betlîsê cih girtiye. Her wiha di damezrandina DEHAPê (Demokratîk Halk Partîsî) de wekî damezrîner cih girtiye û demekê serokatiya rêxistina DEHAPê ya bajarê Mersînê kiriye. Di damezrandina NÇMyê ya şaxa Mersînê de bi awayekî cih girtiye û li wir demekê dersa zimanê kurdî daye zarokan.

Di sala 1998an de di desteya kargeriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girtiye. Di vê maweyê de tevlî hemû kar û barên rojane yên enstîtuyê, bi awayekî aktîf tevlî xebata dersa kurdî, xebatên li ser ziman, karên redaksiyonê, karên weşanê, werger û her wiha wekî panelîst beşdarî gelek semîner, panel, konferans û sempozyuman bûye û li ser çand û edebiyata kurdî gelek axaftinan kiriye. Karên xwe yên Desteya Kargeriyê ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê heta sala 2003'yan domandiye. Hêj wekî endamekî Senatoya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê xebatên xwe didomîne.

Miraz Ronî, di sala 2000î de tevlî qursa zimanê kurdî ya li Zanîngeha Uppsala ya Swedê bûye û sertîfîkaya mamostetiya kurdî girtiye. Di salên xwe yên li Enstîtuyê de çend caran wekî wergêrekî fermî li DGM'yê (Devlet Guvenlîk Mahkemesî) wergera kurdî-tirkî kiriye.

Berhemên wî :

Di Siya Dara Xaçê de Serhildan; helbest, Weşanên Pêrî, Stenbol 1999.
Pratik Kürtçe Konuşma Klavuzu; Mulazim Özcan, Gün Yayınları, Stenbol 2002.
Tesewira Xaniyê Fîlozof; H. Mem, Wergêr Miraz Ronî, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol 2004.
Keça Ardil; Cafer Şahîn, Wergêr Miraz Ronî, Weşanên M, Stenbol 2004.



20.06.2020 14:41 | yûsiv

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» miraz ronî
» ronîcan hiso

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî