Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
kurdmag

kurdmag

3. rojnameya xwebûn ê li serê nûçeyek weşandiye:
Here lînkê

ger rojekê rûpel newê dîtîn, ezê li jêr jî nûçeyê kopya bikim:

Sepanên bi kurdî zêdetir dibin
(-Bêrîvan Kayi-)

Êdî di qadên dijîtalê de, sepan ango aplikasyonên pircureyî zidetir dibin. Yek ji vana jî sepana bi navê KurdMagê ye ya ji aliyê Fexrî Ulug ve hatiye avakirin. Sepana KurdMagê (Kurdish Magazîn) xwedî peywireke wek kovar, nûçe yan jî malperê ye. Yanî carinan bi mijarên dîrokî, ziman, tenduristî; carinan spor, wêje, muzîk, sînema, çand, huner û carinan jî bi yên feza, teknolojî û mijarên rojane şopdarên xwe hem li ser medyaya civakî hem jî bi sepanê agahdar dike.

Sepana KurdMagê di 1’ê gulanê de ji aliyê Fexrî Ulug ve tê avakirin. Ev aplîkasyona li telefonan tê barkirin ji 14 kategoriyan pêk tê. Der barê naveroka wê de Fexrî Ulug diyar kir ku wan navê Kurdish Magazînê li sepana xwe kiriye ji ber berfirehiya wateya wê ku gelek mijaran di nav xwe de dihewîne. Sepana KurdMagê xwedî naverokeke dewlemend e; ji teknoljiyê heya çand û hunerê di her mijarê de nivîs tên weşandin. Ev nivîs bi kurtasî der barê mijaran de agahiyan didin. Kesên dixwazin bi saya referansên di binivîsan de hatine danîn, dikarin xwendina xwe kûrtir bikin.

Li dijî otoasîmilasyonê

Fexrî Ulug piştî zanîngehê xelas dike di sala 2015’an de li Kurdî-Derê dixebite û bi vî awayî dest bi xebatên kurdî dike. Her diçe meraqa Ulug ya zimanê kurdî zêdetir dibe heta ku ev meraq rêya projeya sepana KurdMag’ê jê re vedike. Ulug sedema avakirina sepena Kurdish Magazînê wiha tîne ziman: “Di civakê de her tim valahiyek li ber çavê min diket ku ne xwendin û ne jî axaftin hebû. Bi taybetî gelê Bakur êdî zarokên xwe fêrî tirkî dikirin, ciwan jî di xwendinê de gelekî kêm bûn. Piştî pirsgirêkên siyasî derketin û gelek deverên perwerdeyên dersê kurdî didan hatin girtin, ew valahiya heye hîn mezintir bû. Pirsgirêkên civakî û neaxaftina bi kurdî, gelê kurd xiste nav otoasîmilasyoneke xurt. Êdî civakê xwe bi xwe asîmile dikir. Di bin siya van tiştan de fikra KurdMagê di hişê me de bi cih bû.”

‘Dê kurdî di berîka her kesî de be’

Fexrî Ulug destnîşan kir ku sepana KurdMagê ne wekî kovar û rojnameyan e ku ji bo weşanê li benda saetên rojê yan jî mehê bimîne, kengî nivîs amade bin wê çaxê tên weşandin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Yek ji armancên me jî ev e ku, nivîskar valahiyê di çi de bibîne wê binivîse. Lê her wiha cureyên kovar, malper û ajansên nûçeyan gelek hebûn û bi derfetên xwe jî gelekî kêmasî dijiyan. Ne ciwanan ne jî kesên bixwazin bi kurdî bixwînin nedigihîştin materyalên kurdî. Lê ev sepan wê di berîka herkesî de be. Di nav rojê de li ku bixwaze, dê li wir veke û bixwîne. Li gor min jî di warê xwendina kurdî de jî serkeftina herî mezin ev e. Xwendinê dike karekî rojane.”

‘Rêyek nû ye’

KurdMag sepanek e ku di her mijarê de şopdarên xwe agahdar dike. Ji bilî sepanê hem li ser înstagramê hem jî li ser twîtterê nivîsên bi her cureyî bi kurdî tên parvekirin. Ulug der barê naveroka KurdMagê de bal kişand ser nivîsên kurdî û ev tişt anî ziman: “Pêdiviya vê sepanê bi bikaranîna teknolojiyê ve girêdayî ye. Yanî naverok çi qasî dewlemend be têgihîştina zimên ew qasî hêsan dibe. Ev pratîk ji bo kesên binivîsin û bixwînin rêyek nû ye, ceribîn û gihîştina materyalan hêsan dike. Divê em xwe û hişê xwe ji formên klasîk xelas bikin.”

‘Bila bibin alternatîfên hevdu’

Fexrî Ulug der barê sepanê Kurdish Magazînê de bal kişand ser aliyê ku her çûye zimanê kurdî bi asîmîlasyonê pişt lê tewiyaye. Ulug dibêje ew dixwaze bi vê sepanê hindik be jî berê jenerasyona nû bide zimanê dayikê û eleqeya wan geştir bike. Ulug ev tişt anî ziman: “Ku meraqek kesanî li ser xwendinê tune be, kes pirtûkan naxe destê xwe û naxwîne. Lê di vê sepanê de em têgihiştin ku agahî ji kê re diçe, sepanê vedike û dixwîne. Li hember asîmilasyonê ancax em dikarin wiha bisekinin. Jixwe ji xwendinê re bingehek mezin ne lazim e. Naveroka sepanê jî vê valahiyê dadigire.”

Ulug di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku zêdebûna malper û platformên dîjîtal ên bi kurdî dê pêşiya bingeheke xurt a materyal û naveroka wan hebe, vebike. Ulug alikariya ji bo hev a van platformên bingeha wan bi kurdî ye wekî tiştekî nebe nabe anî ziman û got; “Li gel vê yekê jî hewce ye platformên bingeha wan bi kurdî ye ji hev re bibin alternatîf.”



20.06.2020 14:50 | merwano

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdmag

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî