Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
dengê amerîka

dengê amerîka

9. Ajansa nûçeya ya amerîka ye. Bi 45 zimana weşana xwe dike û di nav wan zimana de kurdî jî heye. Bi zimanekî herikbar û xweş dinivîsin.

Ji bo xwe awha gotine:

" Dengê Amerîka (VOA) mezintirîn dezgeha nûçevanî ya multîmedya ya Amerîkî ye ku bi 45 zimanan weşanê dike û xwe digehîne herêmên bi azadîya sînorkirî yan bê azadîya ragihandinê.

VOA di sala 1942’an de hate damêzirandin û budceya wê bi tevahî bi diravên bacên Amerîkîyan tê. VOA beşeke girêng ya Ajansa Medya Gerdûnî ya Amerîka (U.S. Agency for Global Media) ye.

Erka VOA û azadîya wê ya edîtoryalî bi hin qanûnan tê garantî kirin ku ew jî rojnbamevanên VOA ji bandor, givaştin û tolhildana ji karbidestên hikûmetê û sîyasetvanan diparêze.

Di 1976’an de, Serok Gerald R. Ford VOA Charter anku îmza Rêziknameya Dengê Amerîka kir ku wiha dibêje:

1. VOA wê wek jêderekî pêgir ya pêbawer û biryarder ya nûçeyan. VOA wê rast, bêalî û hembêzkar be.

2. VOA dê berpirsîya tevahîya Amerîka bike, ne beşeke ji civata Amerîkî û loma jî ewê bi awayekî berfireh û balanskirî nêrîn û sazîyên girîng yên Amerîkî bîne pêş çavan.

3. VOA dê bi zelalî pû bi karîgerî polîtîkayên Amerîkî pêşkêş bike û herwiha dê cîh bide gotûbêjên berpirsane û têbînîyên derbarê wan polîtîkayan.

Kongresa Amerîkî di sala 1994’an de Qanûna Weşangerîya Navnetewî ya Amerîka (U.S. International Broadcasting Act) derbaz kir ku li gor wê zagonê divê karên rojnamevanên VOA xwebawer, rastbêj, bêalî, hembêzkar, balanskirî be û rengûrengbûna çandî û civakî ya Amerîkî derxîne pêş.

Di sala 2016’an de Kongresê careke din di Qanûna Destûrdana Berevanîya Netewî (National Defense Authorization Act) pejirand ku divê berhevkirina nûçeyan û karê ragihandinê bi berdewamî azad û bêalî be.

Rojnamevanên VOA her roj ji xwe re dikin armanc ku bi karên xwe nirxên medyaya azad ji cîhanê re nîşan bidin."

Ji bo kurd û kurdî xizmetek hêja ye. Ji bo şopandina rewşa gerdûn û welat gelek kêrhatî ye.



22.06.2020 21:36 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» dengên nemir
» amerîkaya navîn

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî