Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 18 peyam
heste

heste

4. Amûra ku bi kêrî agir pêxistinê tê û bi xazê dixebite. Ji bo cixarekêşan amûreke pir girîng e.
Berî çend rojan ji bo kar çûme hevdîtinekê, min hesteyê xwe danî ser masê lê tim çavên min li hesteyê min bû. Zilamê li cem min jî cixare dikêşa lê hesteyê wî tune bû her hesteyê min ji min distand û nedidanî ser maseyê. Patronan behsa projeyên mezin dikirin, behsa trîlyonan dikirin, di bîra min de tenê hesteyê min ê bihayê wî 2 lîre hebû. Ji bo ku hesteyê xwe ji mêrik bistînim serê pênc deqeyan min cixare dikêşa lê mêrik dîsa heste ji min distand. Heta em ji ser maseyê rabûn pakêta min a cixarê qediya lê di vî şerî de ez têk çûm û mêrik hesteyê min kire berîka xwe... Behsa çi karî kirin, behsa çi qas pereyan kirin qet ne xema min bû. Hesteyê min ji dest çû.
Ji wir em çûne cihê karekî (lê hê jî heste di bîra min de bû). Êdî min hêviyên xwe ji heste qut kiribûn û min behsa kar dikir. Ecêb e wî zilamî gote min ma tu cixarê nakêşî? Min xwe negirt û min got hesteyê min nîne, te ji min dizî. Got bibore min ji bîr kiriye (derew). Min got henekan dikim, hema bila ji te re be (derew). Heste dirêjî min kir min hema rahiştiyê kire çentê xwe û êdî min qet ji çente dernexist. Bila şik û gumana tu kesî ji girîngiya hesteyan nemîne!



25.06.2020 14:31 | berijahr

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» heste

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî