Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
qimil

qimil

3. navê çîroka navdar a (bnr: musa anter)î ye. qimil dibe sedem ku ew bê bincav kirin û bê darizandin.
wî ev çîroka xwe di rojnameya ileri yurdê de 31ê tebaxa 1959an de nivîsî ye. xwedî û îmtiyazê rojnameyê jî parêzer (bnr: canip yildirim) e. canip yildirim di dewaya 49an de jî hatiye darizandin.

dema mûsa anter li diyarbekirê dibe şahidê vê çîrokê û piştî vedigere stenbolê di qûncika xwe de cih dide vê çîroka qimilê, qimil straneke gelêrî ya alîyê siweregê ye. ji ber ku bi kurdî dinivîse û di dawîya nivîsa xwe de mizgîniyê dide keçika sewregî li dijî rojnameyên wek akşam, cumhuriyet, cephe hwd nivîsan dinivîsînin û bangî rayedaran dikin ka çawa nivîseke kurdî di rojnameyekê de bê weşandin.

çîroka strana qimilê bi kurtasî wisa ye:
berê çerçî li gund û taxan digerîyan da ku bi milet re danûstandinê bike, malê di destê çerçî de û malê di destê niştecihan de dihat guhertin yanî pêguhertin dikarin. keçikeke sewregî jî genimê di destê xwe de dibe ba çerçî lê çerçî lê dinêre ku di nav genimê de qimil heye û qimilê genim pûç kirîye, di binê torbeyê genimî de ka maye. li ser vê yekê çerçî ji keçikê re dibêje "ez nikarim pêguhertinekê bi vî genimê zirar dîtî re bikim" keçik jî li wir dest pê vê strana dike:

“Bi çîya ketim lo apo, çiya melul bûn rebeno
Ceh sendî lo apo, genim hûr bûn evdalo
Qimil hatî lo apo, bi refa ye rebeno
Xwar genimî lo apo, hiştî ka ye rebeno
Hat qimil lo apo, ji zozana lo apo
Xwar genimê me xizana lo apo
Ro hatibû lo apo wexta dana lo apo
Pez herikî lo apo ser şivanê rebeno
Car kulekê me man apo li ser guhana rebeno”


* pirtûka bi navê qimilê ji nav weşanên aramê derketîye, kesên bixwazin dikarin ji wir bixwînin.



01.07.2020 13:17 ~13:18 | lehî baranyan

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» qimil

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî