18. îro, 6ê tîrmeha 2020an
Bûyer
1189 – richard i ku wek "rîşara Şêrdilî" tê nasîn, derket ser texta Îngilistanê.
1253 – mîndaugas, taca Keyîtiya Lîtvanyayê da serê xwe.
1885 – louis pasteur derziya xwe ya dermankirina nexweşîna harbûnê li ser zarokek bi navê joseph meister ku ew ji alî kûçikek harbûyî ve hatibû gezkirin bi serkeftî cerriband.
1947 – Çeka ak-47 ku bi navê kalaşnîkovê tê nasîn, li Yekîtiya Sovyetan dest bi hilberanê hate kirin.
1957 – john lennon û paul mccartney, cara pêşîn sê sal berî avakirina koma muzîkê yê bi navê the beatlesê di festîvalekê li Keyaniya Yekbûyî de hev nas kirin.
1964 – malawî, ku weletekî li başûr-rojhilatê Efrîqayê ye, serxwebûna xwe ji Keyaniya Yekbûyî îlan kir.
1969 – Senaryoya romana Yaşar Kemal yê bi navê "İnce memed" ji ber sensûrê asteng bû. Yaşar Kemal got ku "sensûr, ziddê Qanûna Esasiyê (makezagonê) ye".
1975 – komor, serxwebûna xwe ya ji Fransayê îlan kir.
2013 – Herî kêm 42 kesan di gulebarana ku terorîstên Boko Haramê li dibistanek parêzgeha Yobeyê, Nîjerya pêk anînbûn mirin.
Jidayîkbûn
1859 – verner von heidenstam, helbestvan û nivîskarê swêdî, xwediyê Xelata Nobelê
1925 – mahmut gazi yaşargil, zanist û bijîşkê neurolojiyê
1946 – george w. bush, karsaz û siyasetmedarê amerîkî, serokê Amerîkayê yê 43yem
1975 – 50 cent, rapvan, çêker û aktorê amerîkî (G-Unit)
Mirin
1946 – gerhart hauptmann, nivîskarê alman, xwediyê Xelata Nobelê
1962 – william faulkner, nivîskarê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
1995 – aziz nesin, şaîr û nivîskarê tirk
2005 – claude simon, nivîskara fransî, xwediyê Xelata Nobelê
2005 – hîkmet fîdan, siyasetmedarê kurd, yek ji damezîrênerên hadepê
|