19. îro, 7ê tîrmeha 2020an
Bûyer
1543 – Qewetên fransiyan Lûksembûrgê îşgal kirin.
1929 – benito mussolini bi Papa re li hev kir û Vatîkana serbixwe ava kirin.
1937 – Şerê Çîn-Japonyayê: Qewetên japonan êrîşê paytexta Çînê, Beijingê kirin.
1941 – Şerê cîhanî yê duyem: Eskerên fransî û îngilîz, Bêrûtê îşgal kirin.
1953 – ernesto che guevara seredana Bolîvya, Perû, Panama, Kosta Rîka, Nîkaragua û El Salvadorê kir.
1978 – Giravên Salomonê ku li başûr-rojavayê okyanûsa Pasîfîkê ne, serxwebûna xwe ji Keyaniya Yekbûyî bi dest xistin.
1980 – Li Îranê di fermiyetê de li gorî şerîetê dest bi birêvebirinê hate kirin.
1980 – Koma Led Zeppelinê li Berlînê konsera xwe ya dawîn da.
1997 – Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê di şerê sivîl ê kurdan (birakujiya kurdan a 1997'an) de (di navbera YNK, PKK, Îran - PDK, Iraq, Tirkiye, PDK-Î de derketibû) bi operasyona çêkûç piştî ku li dijî YNKyê alîkariya PDKyê kir û bi PKKyê re herb kir, ji bakurê Iraqê vekişiya. Di vê herbê de bi tevahî 5000 hezar kes mirin. Tirkiye bi 30 an jî 50 hezar eskeran beşdarê vê operasyonê bûbû.
2007 – Heft nuwazeyên cîhanê hatin tayînkirin.
Jidayîkbûn
1873 – sándor ferenczi, tûrenas û psîkoanalîstê macar
1882 – yanka kupala, dramatîker, weşanger, wergêr û helbestvanê belarûsî
1962 – sırrı süreyya Önder, derhêner, aktor, rojnamevan û siyasetmedarê tirk
Mirin
1901 – johanna spyri, nivîskara swîsreyî
1973 – max horkheimer, civaknas û fîlozofê alman
1993 – rıfat ilgaz, helbestvan û nivîskarê tirk
|