22. îro, 13ê tîrmeha 2020an
Bûyer
1878 – Di navbera dewletên Împeratoriya Osmanî, Împeratoriya Rûsî, Keyaniya Yekbûyî, Almanya, Îtalya û Împeratoriya Nemsa-Macaristanê de Peymana Berlînê hate îmzekirin.
1923 – Nîşana Hollywoodê yê bi nav û deng ku ji 14 herfê hatiye çêkirin, li ser girên Hollywoodê hate avakirin. Pêşî wek Hollywoodland hatibû nivîsîn, paşê di sala 1949'an de hate nûkirin û di vê nûkirinê de 4 herfên dawîn hatin avetin.
1930 – Dewleta tirkan li Geliyê Zîlan (di navbera Erdîş û Giyadînê de ye), Wanê, li dijî kurdan qetliamek mezin da dest pê kirin. Ji ve qetlîamê re Komkujiya Zîlanê tê gotin. Gorî çavkaniyên rojavayî di navbera 15-55 hezar kurd di vê komkujiyê de hatine qirrkirin.
1960 – Dewleta tirkan gore ûstad Seîdê Nûrsî vekirin û tabûta we birin li derdora herêma Barla yê girêdayî Ispartayê veşartin. Cihê gora wî îro jî nehatiye dîtin.
1968 – Komara Maurîtiusê bû endama Neteweyên Yekbûyî.
1976 – Aktor, derhêner û nivîskarê kurd yılmaz güney ji ber kuştina dozgera Yumurtalıkê yê bi navê sefa mutlu, 19 salan ji hepsê re hate mehkûmkirin.
1977 – Somalya û Etiyopya li ser herêma Ogadenê li hev nekirin. Somalya ji Etiyopya re şer îlan kir, Şerê Ogadenê dest pê kir.
1993 – Li derdora Erxenî, Amedê di kolanek arkeolojîk de parçeyek qumaşê hate dîtin. Hate ragihandin ku ev qumaş bermayiya kevintirîn ya qumaşan e.
Jidayîkbûn
1845 – carl spitteler, helbestvan û nivîskarê swîsreyî, xwediyê Xelata Nobelê
1947 – roger d. kornberg, biyokîmîstê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
1959 – eren keskin, parêzer û çalakvanê tirk
1988 – steven r. mcqueen, aktorê amerîkî
1988 – colton haynes, model û aktorê amerîkî
Mirin
1921 – gabriel lippmann, fizîknasê fransî, xwediyê Xelata Nobelê
1924 – g. stanley hall, psîkologê amerîkî
1960 – max von laue, fîzîknasê alman, xwediyê Xelata Nobelê
1994 – havîv Şîmonî, siyasetmedarekî Îsraelê, kurdekî cihû ye
2014 – nadine gordimer, nivîskara ji Afrîkaya Başûr
|