Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
bîranînên tirşikvanan ên xizaniyê

bîranînên tirşikvanan ên xizaniyê

20. Ax ax. Dûr naçim. Bîranîn bîranîna zaningehê ye. Dem û dewrana feqîr û xizaniyê ye. Kirê malê heye wexta wî hatiye li ser derbas bûye, Heqê ceyranê, heqê avê û quzilqurtên din. Welhasil vê çaxê mirovê hevalê malê hatibû cem me. Hosta bû, siwax û miwax, alçî û boyax çêdikir. Serê serdama duyemîn bû hostayê mêvan Gote min, ka were cem min ji xwe re bişuxile. Gotina wî ji min xweş hat ji ber ku pere tune ye. Baş e, min got temam.

Hosta jî amedî bû, qerejdaxî bû kefîya wî tim li ser wî bû bejndirêj nebû Lê dibêm qeweta wî di cî de bû. Serê sibê yasîna quranê nexwîne gav navêje derveyî, serê sibê radibe nimêja xwe eda dike, dest pê qurana xwe dike vê kêlekê min jî şiyar dike dibê rabe nimêja xwe bike. Ji bav şêrîntir xuya dike..

Welhasil em diçûn kar, ez alçî çêdikim didim destê wî, qelas hene ev ode yê te ye ev ode yê min e. Diçim têm wekî şêra dixebitim. “Na! wekî şêra têm xebitandin” ma ez li ku şêr li ku? Heta vê rojê rast û durust li înşeetê neşixulîbûm. Heta êvarê êdî rih li min nemadibû. Ne pişt ne dest, ne ling ne qolinc êdî hîs nakim. Hosta, alçî diqede diçe boyaxê, tabî behsê heqê, yewmiyeyê boyaxê nake. Neyse de dibêm ku perê min bide qet behsê pera nakim..

Li vir dest pê bikim... kafirê kafir roj tê em êvarê heya saet deha dişuxilin. Gan û giyan li min nema lo.. fêm bikin.. ganê min yê zirav nikare deyax bike.

2 hefte wisa derbas bû alçî qediya behsê pere behsê heqê min nake. Tew xwe hêrs dike dibê pere nedan nizanim çi.. yaw ez dibêm derew dike piştre yasîn û nimêj û qurana wî tê bîra min dibêjim lanet li şeytanê were. Li ku bizanibim şeytanê mezin ev e.

Neysee me got hosta xwe hêrs dike, çimkî birê wî dizewice tu vê şexsê xirabê binêre pere jî nedane bi vî rewşê de wê çawa biçe daweta birê xwe. roja dawetê nêzîk bû û perê min neda çû Amedê. Got ez piştî hefteyê têm. digot daweta birê min e, hinek bisekine ezê perê te bidim. Hecî ye, sofî ye, mumîn û abdê xwedayê Rehman e. Min got kajav de tişt nabe..

Hefte çû, du hefte derbas bû ser de meh piştre du meh.. kafirê kafir perê min neda min wisa rezîl û belengaz hişt. Ev merivê wî jî piştre ji min re dibêje wele ez bawer nakim piştî heftekî were, ev jî mezinê min bû wexta ku min dest pê kar kir tiştekî wisa nedigot..Neyse piştî du meha hat di pozê wî nim Şerm jî nake, bi devê xweyî gû dibêje nizanim mjn ji were çi aniye çi neaniye. Êvarê dibêje qusurê min nenêre (ez di qusurê tenim) de ez feqîr û belengaz çi bêjim bi zorî min got de ka perê min bide. dîsa got pere tune ye. Çawa tune ye wirda wêda 300 panot da min got ez yê mayî piştre bidim. Demsal qediya ez hatim Amedê nin êdî rûyê wî nedît.

Bawer kin dizanim hûn neka dibêjin ma tu ev qas teres bûyî? Erê wele wisa teres bûm wisa teres hatibûm hiştin. Ji aliyê kî? Ji aliyê bavê xwe me ezîk mezin kirin serda jî rojekî li pişt me nesekînî. Bavê wî çawa wî mezin dikir ew jî me wisa mezin dikir. Hûn nikarin bikin, hûn nikarin serbikevin, hûn tiştek nizanin.. me di nav xelkê piçûk dît, xelk zana bû em nezan... sucê wî jî nîne çi ditiye heta îro, bismillah, allahu ekber têra wan bû.. şêxê wan hebû lo...

Min tenê behsê kîra kir behsa sala 2014’ê de nebûna telefona xwe nekir.* bê psîkolojî min psîkolojî xwend* salên zanîngehê ji bo min salên dram û tije trajîk Derbas bû.

Niha ji wan rojan xilas bûm. Hemd û sena û şukranî.



17.07.2020 21:56 ~23:29 | kajav

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» bîranînên zaroktiya nivîskarên tirşikê li gund
» êntropî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî