Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
dawetên salonan

dawetên salonan

7. Dawetên ku nêzî 10-11sale li nava kurda berbelav bûye û ketiye şûna dawetên li kuça dihate kirin. Min bi xwe nediye lê dêbavê me dibêjin berê dema hêj gel li gunda bûn, hoparlor, saz, baterî filan tune bû. Def û zirne hebû. Kesên dawetvanî zanibûn kilaman bibêjin, di govend û dîlanan de bêyî mîkrofona distiriyan. Lê bi qasî ku em gihaştinê dawet li kuçe an qadên fire de bi def, zirne, saz û bateriyê 3 roj û 3 şeva dihat lêxistin. Nîvro û êvarî goşt, birinc û tirşik dihate dayîn. Heya 15 cûre govend û dîlan dihat gerandin. delîlo, şêrizdîn, şemamê, bablekanê, milanî, cîda, giranî hwd. Stranên kevn û yê pkk tevde dihate gotin. Jin cilên kesk û sor û zer li xwe dikirin, mêra jî şal û şepik. Stranên tirkî nedihat lêxistin.

Lê anha hem ji ber salona û hem jî ji ber vîrûsa koronayê tu tama dawetan nemaye. Nema kes bi dest hev jî digre. Ji xwe gavê seetê polês tên salonê kontrol dikin. Sazvan govendê lê dixin lê hama çav li polêsan bikevin, oy far fara lê dixin. Ji bilî tirsa polêsan jî ji xwe derîde " erik dali gevrektir " û " ankaranın bağları " bi riza dilê xwe lê didin û li ber jî bi awayekî tewşo mewşo direqisin. Vêca ew kalokên bi wî awayê ankarayiyan lotika diavêjin dibin pêkenî. Di serde jî stranbêj anonsan bi tirkî dikin. " lütfen maskelerimizi takalım, sosyal mesafeye dikkat edelim, kendi sağlığımız için." Paşê jî qaşo bi kurdî anons dikin. " lutfen maskeyê xwe taqmîş kin, sosyal mesafeya xwe dîqat bikin, ji bo saxliqa we "



14.08.2020 16:48 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dawetên me

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî