Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 86 peyam
theodoros angelopoulos

theodoros angelopoulos

5. Min duh filma wî ya (bnr: landscape in the mist) yanê "dîmenên xumamî" temaşe kir. Bû du filmê wî temaşe dikim, ez dîsa mest û xemgîn bûm. Dîsa hîsê têkel hate min ku mîna zarokatiyê li gund bim di nava reş û ewrahî û tenêtiyê de li bin banê xwelî ji her tiştî dûr xwe têxim qorziya malê û bigirîm. Filmek balkêş û xweş bû.

Yekser (bnr: andrey tarkovski) hate bîra min. Heke ez van herdû derhêneran ji aliyê filmên wan bidim ber hev, karim bêjim ku filmên angelopoulos xwediyê ruhek aramtir e. Xema hêdî bûn û mijandina dîmen û rewşan di xwe de dihewîne. Bi lezgînî li pey hev rêz nake, giran giran û bi çêj.

Lê berovajiyê wî tarkovski dixwaze pir tiştan ji me re bêje û xema her tiştî bi hev re vegotinê dikêşe. Yanê haya me piştî temaşe kirina filman ji pir tiştan çêdibe. Em çi nefêmkirina ji ber metafor zêde bi ser hev de tên çi jî nefêmkirina ji ber atmosfera filmê dema temaşe dikin serêşekî dikşînin. Lê piştî wê dema bi zelalî li ser difikirin têdigin tiştan. Yanê ji aramiya angelopoulos dûr e. Lê dîsa jî tarkovski nadim bi tu kesî*



24.08.2020 16:24 ~16:32 | rizgarm

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
tirşik forûm [1]
gelek baş e , me xwest em şevê bi stranek xweş ve bigrin. (vbnr: M...
belki ev jî bala te bikişînin
» theodoros angelopoulos

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî