Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 12 peyam
nameya bextiyar elî ji bo mihemed omer osman

nameya bextiyar elî ji bo mihemed omer osman

1. mihemed omer osmanê wek generalê payîzê dihate naskirin, bi destê xwe ji vê dinyayê bar kiribû. îro @kasyannn (osman mehmed) jî hesabê xwe yê twitterê nameyeke bextiyar elî ji wî re nivîsî parve kir, me go bila tirşik jî jê nemîne:



Nameyeke Bextiyar Elî ji Mihemed Omer Osman "Generalê Payîzê" re

Şa’irê min î xurbetê û payîzê û tenayîyê... Heme giyan, silav.
Heme giyan, bi qasî her çi şewqa heyî ku di şo’rê de ye ez bêrîya te dikim. Bi qasî her çi xweşikîya heyî ku di peyvê de ye tu di awira min de xweşik î.

Tu ji bo xwe remzek î û delalîyeke ku ji derveyî şi’rên te divê bê xwendin; tu ji xwe re qesîdeyek î, pêwîstîya te bi tefsîrê heye, ezîzê min...

Ez her ew mirov im ku rojên sermestîya bi şi’rê û serberdayîbûnê û bi hezkirina ji kitêban me hev nas kir. Ez her ew ruh im ku te nas kirî û şeydayê ramanê me li ber serê herf û dengan.

Ezîzê min, nabe ez te ji bîr bikim, ji ber ku ez her hest bi wê girêdana nepenî û kûr nediyar dikim ligel te ku girêdanek e di ser peyvê re ye. Ne mumkin e di her kêlîyeke şi’rî de, di dîtina her delalîyekê de tu neyî bîra min...

Ey serberdayîyê here delal...Hemeyê min, gava ez û Gara Resûl bi milê hev digirin ji her tiştekî vê dinyayê bêhtir em behsa te dikin... Gara jî pir ji te hez dike. Ez bawer nakim yek kes jî hebe ku dahênanê binase û ji te hez neke...

Min bêname nehêle, ji îro û pê de bila peywendîya me bêhtir hebe û bihêztir be. Tu her tim nêzîkî min bûyî..Her dem. Ez ji te hez dikim.

Birayê te
Bextiyar Elî - Frankfurt
20/4/1997



2020.10.23-08:11 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
dengdanên dawîn (Yên Din..)
planên nivîskarên tirşikê yên 2021ê [1]
piçek aramî, rizgarbûna ji maskeyê....
zarok tv [1]
derbasî frekansek nû dibe, frekansa nû: 11855 V 30000 rastî jî zar...
ferhenga kurdî ya tdkê [3]
fERHENGA KU ÎRO DI FUARÊ DE MIN DÎTÎ YE..fERHENG ZÊDE NE MEZIN BÛ.. hE...
pirçilûzkî [2]
koçerên şekakî* ku li elezîz, erzingan û (vbnr...
ji bo pergala tirşikê pêşniyarên tirşikvanan [2]
JI bo Xwedê êdî, bila pergala tirşikê me jê dernexe. Rojê Xwedê zane, ...
belki ev jî bala te bikişînin
» nameya trump ji bo erdogan ya li ser rojavayê
» bextiyar elî
» elî sîstanî
» mihemed agirî
» omer ayhan
» osman baydemîr

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî