Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 50 peyam
mela evdirehmanê xendekî

mela evdirehmanê xendekî

1. melayê me yê berî çend hefteyan ji nav me bar kir û çû, konê xwe ji nav kona rakir, koça xwe ya dawiyê kir.

di vê nûçeya anfê de hinek xalên li ser jiyana wî hatine pîşkirin. ji ber wê min ew nûçe anî danî vir:

CÎK'ê ji bo Mele Xendekî sersaxî xwest
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) ji bo Mele Evdirrehmanê Xendekî sersaxî xwest, ku Xendekî 27'ê Cotmehê bi nexweşiya gurçikê li Êlihê çûbû ber dilovaniya xwe.

ANF 28 Oct 2020, 09:05

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Mele Evdirrehmanê Xendekî bavê du şehîdan bû, alimekî Kurdperwer bû û 1932'an li Bohatê jidayik bûye.

CÎK'ê got, ''Seydayê Mele Evdirrehman di ilm û zanîna giştî de, dibe alimekî mezin.

Bi taybetî di hêla dîrokê de dibe deryayeke ilm û zanînê. Di sala 1956'an de li cem mele Mihemê Zivinga Şikakan Îcaze ya xwe digire.''

Daxuyaniya sersaxiyê ya CÎK'ê ya derheqê Mele Evdirrehman wiha ye:

''Seydayê Mele Evdirrehman 1957'an bi malbata xwe re li gundê Xendekê yê girêdayî Hezexê bi cih dibe. Heta sala 1982'an li Xendekê dersdariyê dike. Lê hedefa Seyda ya herî Mezin ew e ku xwendekarên xwe bi hişmendiya welatparêzî û kurdperweriyê perwerde bike.

Ji ber vê kesayeta Seyda ya pîroz, bi navê Mele Ebdurehmanê Xendekî li her çar beşên Kurdistanê deng vedide. Bi sedan feqe û melayên welatparêz li ber destê Seyda perwerde dibin û Îcazeyên xwe digrin.''

Sala 1982'an bi malbatî li Cizîra Bohtanê bi cih dibe. Seyda li Cizîrê jî vala namîne. Heta sala 1993'an dîsa xwendekar û feqeyan di asta herî bilind de perwerde dike. Di wan salan de gelê Kurdistanê bi taybetî gelê Cizîrê bi huner û zanîna seyda gelek şanaz û bextewer dibin. Bi sedan alim û rewşenbîr dibin heyranên ilm û irfana wî. Û her kes sûdê ji zanîna Seyda digire.

Di wê serdemê de têkoşîna rizgariya gelê Kurdistan roj bi roj xurttir dibe. Gelek feqeyên li ber destê Seyda perwerdeyê dibinin tevlî şoreşê dibin û şehîd dibin. Herwiha Kurê Seyda Evdile Aksoy ku li Amedê Endezyarî dixwîne ji aliyê kontrayên dewleta Tirkî ve tê kuştin. Kurê Seyda yê ji Evdile piçûktir Avdilxefûr û biraziyê Seyda Cemaleddin jî di nava refên şoreşê de şehîd dibin. Ji ber welatparêziya Seyda û malbatê û kesayeta wî ya fîlozfî dijmin dikeve nava fikaran. Seyda êdî dibe hedefa dijmin. Sala 1993'an Seyda tê girtin û di binê zilm û hovîtiyeke gelek giran re derbas dibe.

Pişt re bi şertê ku Seyda di nava gel de li ser şoreşa Kurdistanê neaxive û xwe bêdeng bike tê berdan. Lê seyda vê rewşê tehemûl nake û dîsa têkoşîna xwe didomîne. Kontrayên dewleta Tirkî Seyda careke din dikin hedef û dikevin pey. Lê Seyda ji aliyê gel ve tê parastin. Sala 1993'an Seyda êdî neçar dibe derbasî başûrê Kurdistanê dibe û li bajarê Zaxo bi cih dibe. Di heman Salê de li kampa Zelê kongreya Hereketa Islamî ya Kurdistanê tê lidarxistin. Seydayê Mele Evdirrehman Xendekî ji aliyê kongreyê ve tê hilbijartin û dibe serokê Hereketa Islamî ya Kurdistanê.

Seyda digel alimbûna wî ewqas jî lêkolîner û dîrokzanekî mezin bû.

Vî Seydayê me yê welatperwer û dilsozê gelê xwe 24 berhêmên bêhempa bi diyarî ji me re hiştin û koça dawî kir. Gelê Kurd stêrkeke gelek bi şewq û şemal winda kir. Seyda wê her tim di dilê me de bijî û em li ber ruh û giyanê wî bejna xwe ditewînin.''



06.11.2020 00:50 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
belki ev jî bala te bikişînin
» melancholy man
» evdirehmanê dêrşewî
» xendekî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî