Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kemal fewzî hîzanîzade

kemal fewzî hîzanîzade

1. Kemal Fewzî di sala 1891an de li Bedlîsê hatiye dunyayê. Ew biçûkê Qadir e û li lîseya askerî ya pangaltiyê (Pangaltı Mekteb-i Harbiyesi) xwendiye. Di Şerê cîhanê yê yekem de milazim (teğmen) bûye. Li yanyayê di Şerê balkanan (1912-13) de ji ber ku birîndar bûye ew malûlen teqawid kirine. Piştre dest bi rojnamegeriyê kiriye. Kemal Fewzî nezewiciye. Ew di dema xwe ya Xwendingeha Leşkerî de alîgirê rêxistina Îtihad û teraqîbûye. Ji helbestên wî yên wê demê ev yek diyar dibe. Li gorî Malmîsanij, di helbestên wî de tesîra kesên wek abdülhak hamid, ahmed haşim, Faik Ali û tevfik fikret xuya dike. Li gorî çavkaniyên curbicur, endamê gelek komele û rêxistinên kurdî bûye û her wiha nivîsên wî di kovar û rojnameyên wek hetawî kurd, jîn û kurdistan de bi navên wek Kemal Fewzî, Hîzanîzade Kemal, K.F., H.K. belav bûne. Naveroka nivîsên wî li ser edebiyat, folklor, dîrok, mijarên civakî, siyasî û neteweyî ne. Wekî Özoğlu jî balê dikşîne, Kemal Fewzî ligel ku li Ewropayê nexwendibû û ji çîneke zêde giregir nedihat jî di nav kadroyên siyasî yên kurdan de yek ji kesayetên awarte bû. Fewzî, piştî têkçûna Serhildana 1925an li Diyarbekirê hatiye darvekirin.

Kemal Fewzî di Jînê de gotareke bi sernavê “Kürd Masalları” (Çîrokên Kurdî), çîrokeke bi sernavê “Altın Kâküllü Çocuk” (Lawikê Perçemzêrîn) 23 weşandine. Herwiha di jimareya 33. a Jînê de çîrokeke bi sernavê “Kürd Masalları” (Çîrokên Kurdî) hatiye weşandin. Herçend di dawiya vê çîrokê de nav nehatibe nivîsîn jî ji şêweya nivîsîne diyar e ku ev jî ya Kemal Fewzî ye. Li gorî taybetiyên wan, em ê van gotaran ji hevûdu cuda analîz bikin.

ramazan pertev - XEBATEKE GIRîNG DI DîRoKA FoLKLoRA KuRDî DE: kemal Fewzî û berHevkariya ÇîrOkên kurDî - Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Yıl/Year/Sal:2 Cilt/Volume/Cîld:2 Sayı/Issue/Hejmar:3 ss. 44-61



10.11.2020 23:18 ~23:21 | sitî cp

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kemal badilli
» fewzî bîlge

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî