Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
romantîzm

romantîzm

1. Bêjeya romantîzmê binyada xwe ji “romance”yê werdigire. Ev bêje li rojava di serdema serdestiya zimanê latînî de ji zimanê Latînî yê deformebûyî re dihat gotin ku gelê ne Latîn pê diaxifîn. Peywendiya bêjeya romantîzmê bi bêjeyên “romane” û “roman”ê re jî heye. Di serdema navîn de Fransiyan bêjeya “romane”yê ji bo çîrokên tirsnak ên helbestkî û bêjeya “roman”ê jî ji bo destanên ku bi zimanê gel dihatin nivîsîn bi kar dianîn. Herweha ji bo tiştên ku peywendiya wan bi romanan re jî hebû sifeta “romantîk” bi kar dianîn. Lê di sedsala XVIIIan de êdî romantîzm wek çemkeke edebî di wateya coş û xiroşiyê û tiştên xeyalî û hestyarî de hat bikaranîn.

Romantîzm wek rêbazeke edebî û ronakbîrî cara yekem di sedsala XVIIIan de li îngilîstanê peyda bû û demek şûnde jî li almanyayê xurt bû. Herçend rêbaza romantîzmê pêşî li van welatan rûdabe jî; zêdetir li fransayê deng veda û bi riya Şoreşa mezin a fransayê ev rêbaz li seranserê cîhanê belav bû. Romantîzm li ser bingeha serdema ronakbîriya Rojava şîn bû. Ji aliyekî ve bi peydakirina çapxaneyê û belavbûna zanistên nû re gelên Rojava li hemberî arîstokratan asta xwe ya ronakbîriyê xurt kirin, li aliyê din bi rêbaza martîn luther hinek bawermendên mesîhî li dijî mezhebê katolîk xwe li mezhebê prostestan girtin û bi vî awayî xwe ji bin nîrê desthilata manewî ya “zilamên dînî” rizgar kirin. diderot, montesquieu, voltaire û j. j. rousseau li ser vê zemînê, jêrxana fikrî ya Şoreşa Mezin a Fransayê amade kirin. Bêguman Şoreşa Mezin a Fransayê ji ber vê paşxaneya xwe ya siyasî û civakî ji aliyê siyasî, felsefî, dîrokî û edebî ve bû hêmaya rêbaza romantîzmê. Ji xwe karîgeriya romantîzmê ne tenê li ser edebiyatê; li ser hemû beşên hunerê, felsefeyê, dîrokê û siyasetê hebû. Ji ber vê taybetmendiya xwe, rêbaza romantîk bi hemû rûyên xwe ve di demeke kurt de bandora xwe li ser piraniya gel û dewletên cîhanê çê kir û di nav rewş û mercên her welatî de dirûveke nû wergirt. Loma jî di edebiyata her welatî de, li gor mercên wî welatî û li gor têgîhîştin û armancên hunermendên wan welatan ciyawazî nîşan da.

romantîzma fransî li ser bizava ronakgeriyê (enlightenment) geş bû. Ev bizav herçend cara pêşî li Îngilîstanê derketibe holê jî herî zêde li Fransayê deng veda. Ronakgerî wek îdeolojiya çîna navîn li dijî derebegîtiyê derket holê û heta Şoreşa Mezin a Fransayê karîger bû. Ronakgerên mîna John Locke, J. J. Rousseau, Voltaire, Diderot û Montesquie li dijî bîr û baweriyên kilîseyê û rejîma derebegîtiyê eqil derdixistin pêş û ji her alî ve hewl didan ku xelkê hişyar bikin. Loma jî her yek ji wan wek mamostayekî komelayetî, rêberekî siyasî, şîretkarekî rewiştî û feylesofekî jiyanê roleke girîng dîtin. Bizava ronakger bi van taybetiyên xwe zêdetir aliyê siyasî û komelayetî yê rêbaza romantîzmê diyar kir.

romantîzma Îngilîzî li ser bizava sentementalîzmê (dilzîzîtî) derket. Bizava sentementalî jî mîna bizava ronakger li Îngilîstanê peyda bû û wek çemk yekem car di pirtûka “Geşteke Sentementalî” ya stern de hat bikaranîn. Nûnerên bizava sentementalîzmê li hember eqil girîngî dan hestên mirovî. Bi dîtina wan eqil nikarîbû rastiya cîhanê keşf bike, ji ber vê jî helbestvanên sentementalî berê xwe dan cîhana navxweyî û hewl dan bi riya berfirehkirina hestên xwe cîhanê fêm bikin. Di helbestên sentementalî de zêdetir mijarên dînî, reşbînî û vegeriyana jiyana gund û siruştê cih girt û bi vî awayî bizava sentementalî bingeha romantîzma takekesî danî.

romantîzma almanî jî li ser bizava “Sturn und Drang” (Bahoz û Peroşî) serî hilda. Vê bizavê girîngî dida hest û nestên mirovî û berê xwe dida siruştê. Ji ber vê jî dirûşmeya vê bizavê gotina navdar a Jean Jacques Rousseau bû ku digot “Vegere siruştê”. Bêguman nûnerê herî navdar ê vê bizavê Herder bû û li ser destê wî, bizava “Sturn und Drang” dirûveke neteweyî wergirt. Lewra Herder li hember ziman û edebiyata klasîk a yûnanî û Romanî berê xwe dida çavkaniyên neteweyî yên Almanî û digot berhemên me hinde Alman bin ewçend modern in.

Bi giştî wek rêbazeke edebî romantîzm li dijî rêbaza klasîk derket holê û ji hemû aliyan ve nirx û taybetmendiyên vê rêbazê red kir. Bi gotina stendhal klasîzm hunera do bû, lê romantîzm hunera îro bû. Lewra klasîzmê xwe dispart monarşiya şahîtiyê, lê romantîzmê li ser rêgezên azadî, wekhevî û biratiyê berê xwe da “dewleta neteweyî” ya ku li ser sîstema komarî dihat sazkirin. Hunermendên klasîk weku dîrok û çavkanî ji edebiyatên Latînî û Yûnanî xwedî dibûn, lê hunermendên romantîk jêderên van edebiyatan dan aliyekî û li ser dîroka xwe ya neteweyî û li ser jiyana rojane ya gelê xwe nivîsîn. Di berhemên klasîk de eqil serdest bû, lê romantîkan giranî dan ser hest û fantaziyên şexsî, civakî û neteweyî. Berhemên klasîk edebiyata arîstokratan bû û behsa jiyana wan dikir, lê berhemên romantîk deriyên xwe ji hemû çîn û tebeqeyên civakê re vedikirin. Ji ber vê jî li hember zimanê parzûnkirî yê arîstokratan nivîskar û helbestvanên romantîk zimanê axaftinê yê gel esas girtin û ew qise û gotinên ku berê nedihatin bikaranîn xistin nav berhemên edebî û meşrûiyetê dan zimanê rojane yê gel. Bi vî awayî romantîzm wek edebiyateke alternatîf hat pênasekirin û bi van taybetmendiyên xwe bandor û şopên mayînde li ser edebiyata cîhanê hişt.

romantîzma kurdî di qonaxa yekemîn de li ser rêçika bizava ronakger a romantîk bêtir bi rûyê xwe yê siyasî û civakî derket pêş û helbestvanên Kurd ên mîna hacî qadirê koyî, ebdurehîm rehmî hekarî, pîremêrd û cegerxwîn jî wek têkoşerên siyasî û civakî hunerên xwe kirin bin xizmeta pêşketina gel û niştimanê xwe. Ji ber vê mebestê, helbestvanên romantîk ên Kurd ên mîna Hacî û Cegerxwîn têkoşîna xwe ji du aliyan ve bi rê ve dibirin. Ji aliyekî ve gelê Kurd bi tevahî li dijî dijminên derveyî han didan û doza azadî û avakirina dewleta neteweyî dikirin; ji aliyê din ve dijayetiya desthilatdarên komela Kurdî yên mîna şêx, axa û began dikirin û dix- westin di nava komela Kurdî de guhertinên bingehîn pêk bînin û berê gelê Kurd bidin cîhana nûjen a pêşketî. Di edebiyata Kurdî de wek yekemîn helbestvanê romantîk Hacî Qadirê Koyî ye.

zülküf ergÜn - Di Helbesta Kurdî de Destpêka Rêbaza Romantîzmê û Taybetmendiyên Romantîzma Hacî û Cegerxwîn - nûbihar akademî- Jimar 1 Sal 1 2014



10.11.2020 23:35 | sitî cp

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» romantîzma kurdan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî