Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
15.11.2020 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê

15.11.2020 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê

51. Dem: 15.11.2020 saet 14 û nizanim çiqas

Dawîya civînê: 15.11.2020 saet 17 û nizanim çiqas

cih: li xana hesenpaşa

Kesên ku beşdar bûn: tîrêj zana 21, shorbevan, yûsiv, kajav, rizgarm, ferhenga şikestî, simurg56, bêrîvan û du heb mêvanên din.

Niha lênûska min li ser çoka min e û li benda vexwendina min e. Pişta xwe dame balgîfê destê min de çaya min. Lênûskê dinêrim û dest nivîsê dikim.

Ez di nav hezar zorî û viran de tevlî civînê bûm. Tiştê dizanim ê herî dûrtirîn ez hatim. Ji bo min kelecaneke xweş bû. Min serê hevalê tîrêj zana 21ê pê êşand. Spas ji re ku her tim telefonî min dikir û digot li ku derê yî. Jixwe Dikarim bibêjim ku bi saya wî tevlî vê civînê bûm. Me derva hev dît û derbasî Xanê bûn. Li wir min birêz shorbevan dît gupa gupa dilê min bû. Paşî hevalê kajav, rizgarm û hevala wî tevlî me bû. Cihê me gelek teng bû ji ber wê em çûn cihekê xweştir û bêdengtir. Li wir me hev nasî. kî kî ye û ji ku derê hatiye felan. Lê birêz kajav cara ewil xwe wekî ferhenga şikestî da nasîn. * û ew min dinêre û dibişirî. * paşî boss simurg56, ferhenga şikestî û bêrîvan hat. Wê demê me dîsa hev nasîn. Min wê demê fêm kir ku kajav bi henekî gotiye ez ferhenga şikestî me. Hêvî dikim min şaş fêm nekiribe. *

Li bal min birêz shorbevan rûniştibû û bêdeng bû. Çayê danîye li ber xwe û vedixwe û vedixwe dibe ku 10 qedeh vexwaribe û behsa şekira nakim gidî şekir nehişt. * jixwe qala jî cixarê nakim. * ji bilî wê Hin cara tiştina digot û kena min dianî. Pêşî çavê xwe xist cakmaqê ferhenga şikestî piştî ku ferhenga şikestî fêm kir destê xwe bes avêt, paşî jî çavê xwe xist niftika rizgarm. Dema çavê rizgarm wek Beqa vebûn bawer im tirsîya êdî destê xwe neavêt tiştekê. *

Civîn dest pir kir û ketin di nav mijaran. Gelemperî axavtin xweş berdewam kir lê hin cihan de bêdengî çêdibû lê ew jî xulekekê derbas nedikir. dema ferhenga şikestî dipeyivî mirov dixwest tenê guhdarî bike. Lê kî dipeyivî ez shorbevan, tîrêj zana 21 me tenê guhdarî dikir. * Gelek mijar hatin axavtin Ji bişaftinê dest pê kirin ji alî babacan derketin ji wêjeya kurdî ketin ji tirşikvanên provakator derketin. min tev mijara li ser lênûska xwe nivîsîye. Wisa wilo wiha hem hatin dawiya civînê. Piçekî meşiyan kajav, rizgarm û hevala wî ji me veqetîya. Em siwarî erebeya simurg56 bûn me danî otogarê piştî xatirxwestinê her kes siwarî erebeya xwe bû û çû...

mijarên ku hatin axavtin
li gor rêzê

bişaftin asîmîlasyon, zaza, zazakî, hevalên mêvan, çima ferhenga şikestî wergera pirtûka nake, tirşikvan çawa bi tirşikê hesiyan, malperên ku qala tirsik.netê kirine, daxwazîya trt kurdî jî bo tirsik.netê bike xeber, tirsik.net şirketa malbatî ye * , azadixwaz, brusk56, berxweda, Êzîdî, hola ezîda, civînên berê, Avantajên tirsik.netê, qedexeya dîtina peyamên siyasî, arşîva tirşik.netê, kesên ku tirşikvanan tehdît kiriye, wergera fîlman, suc û ceza, pirtûkên ku ji tirkî hatine wergerandin, zarok tv, nifşa zyê, hdp, guherînên piştî sala 2015a, ali babacan, ciwanên kurd piştî vê mijarê bêdengiyek çêbû..
Ekşi, moderatorên tirşikê, mala bedirxanîyan, mala Cemîlpaşa zade (li vê derê birêz ferhenga şikestî behsa gelek tiştên dîrokî kir), kubar bûna ziman, pênaseya kubariyê, îstatîstîkên tirşikê, akademîsyenê tirk ê ku fêrî kurdî bûye, kurdên dîasporayê, joe biden, derdên xelkê Îskandînavyayê û derdên kurdan, şaredarî, Gever, Colemêrg, çima xelkên Colemêrgî û Geverî ji hev hez nakin, di nav keçikên kurdan de kêm axavtina kurdî, hunermendên ku ji xwe re dibêjin hunermend, Şener Özmen, ji bo pîyasê nivîsandina pirtûkan, kêm axaftina kurdî, Serpêhatîyên ferhenga şikestî û hwd.

Mijarên ku piştî civînê hatine axavtin:
Buhayê Tenekeya rûn, buhayê torbeya şekir. *

Derheqê nivîskaran çi difikirim:
ferhenga şikestî: mirovekî zana, jixwebawer û qeşeng e. Dihat xuya ku hişê xwe daye ser doza kurdî û jiyana wî bi xwendina pirtûkan derbas dibe. Gelek cihên kurdewarî de xebitîye û mirovekî nas e. ji bo hevnasîna wî gelek bextewar im. Û dikarim vê jî bibêjim Nivîskarê ku herî dişibimê jî ew bû.

simurg56: wekî bossa bû. Bi axavtina wî dihat xuya ku mirovekî qedr bilind e. Wekî ku endazer jî gotibû wekê çakûyên swêdê ye.. bi kêrî her tiştî tê û bi her karekî ve radibe. Tiştên ku dike gelek xweş û bi wate ne. Bi rastî pirr kêfxweş bûm.

bêrîvan: tirsikvan e lê ne nivîskar e ji ber wê nikarim zêde tiştina bibêjim. Tiştê ku min dît mirovekê dilnizm kubar û xweşaxêv e. Dema behsa karê xwe felan dikir gelek xweşa min diçû. Gelek karê ku têkiliya wê bi kurdî re heye de xebitîye. Wekî birêz Simurg56 jî gotiye ji gelê me re teqrîbî 10-15.000 fîlan ji van jinan lazim e. *

rizgarm: mirovekî karîzmatîk bedew û qeşeng e. Gelek xwîngerm û sempatîk bû. Hin cara behsa serpêhatiyên xwe yên ecêb dikir. Potansîyeleke mezin li cem wî heye. Hêvî dikim vê potansîyelê ji bo kurdî xerc bike. * Dema em ji hev veqetiyan ji min re got îro bibe mêvanê me, bi vê gotina xwe dilê min şa kir. *

hevala mêvan: gelek sempatîk û xwîngerm bû. Çiqas li min dinihêrî dibişirî wekî bi çavên xwe bi min re diaxivî. * zêde xeber neda. Lê hin caran tiştên xweş digot û me da kenandin. Bi nasîna wê kêfxweş bûm.

kajav: gelekî dilê min rehet dikir. Hin caran Li min dinêre û dibişirî. * Mirovekî xwîngerm, sempatîk û qeşeng bû. Enerjîya wî gelek baş bû. Tê xuya ku dixwaze tişta bike. Hêvî dikim û ew ê bike jî. Zazakîya wî ji kurmancîya wî baştir bû ji bo axavtinê dibêjim. Tim digot pratîk hindik e pratîk. * gelek pê kêfxweş bûm. *

tîrêj zana 21: çiqas spasiyê li hemdê wî bikim hindik e. Ji hatinê heta çûyine alîkariyê min kir. Serê wî pirr êşandim min bibexşîne. * mirovekê dirêj û jêhatî ye. Zêde xeber neda lê tiştê dihat xuya gelek hêjayî naskirinê bû. Dilê min pirr xweş e ku em hevdu nas kirin. Xweyê potansîyeleke mezin e dizanim ku ew ê pêşerojê de gelek tiştên kêrhatî pêşkêşî me bike. * û gotina xwe neanî cih ji ber wê hebkî ji aciz bûm. Ka hûn ê ders dabûna min. ^^

shorbevan: gidî shorbevanê ku di tirşikê de dinivîse li ku yê ku hatibû civînê li ku. * wisa dilnizm û Rûken bû ku dema mirov li dinihêrî kêfa wî/wê dihat. Civînê de herî zêde vê hevokê bi kar anî ew jî du cara got * min mala xwe xira kir ku zewicîm. *
Dema otogarê de dîsa klasîka xwe kir.* bi nasîna wî kêfxweş im û ji bo min bir WCyê Spas dikim.

Û yûsiv: ez rebenê xwedê 3 heftiye ku nexweşiyeke qambax derbas dikim roja civînê jî serê sibehê jî êş dest pê kirin lê min got ez ê teqez tevlî bibim. Di civînê de çima zêde dengê min derneket yek ji ber nexweşiyê bi rastî hin cara pirr êşiyam ya duyem jî ji ber yê herî biçûk ez bûm hebkî min eyb dikir. * ji bo min civîneke gelek xweş û hêja bû. Qet ne poşman im ku di nav ewqas zorî û virê de hatim.

* min Navê nivîskara li gorî zêde axaftinê rêz kir.

nivîskarên ku bi nivîskî hene:
Şahê me shorbevan e, welîahtê wî tîrêj zana 21 e û ez im. *


îstîxbarata tirşikê:
* Simurg56, azadixwaz, berxweda, brusk56 tev birayê hevê ne.
(bnr: tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe)



16.11.2020 13:37 ~15:14 | yûsiv

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol