Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
melegan

melegan

3. ji xeynî agahiyên li jor, dixwazim van jî tevlî bikim:

melegan an jî molokan mirovên ku li dîjî tevgerên peterê mezin rabûne, baweriya xwe bi şêwazeke jiyanê û tevgereke olî bi navê molokanîzm anîne.

molokanîzm, tarîkateke ku ji dêra ortodoksan veqetiyaye. Ev vegetandin ji 28ê adara 1805an heya 22ê adara 1809an dom kir. Meleganên ku li herêmên saratof û dambûx diman di wê demê de bi Rûsan re guftegofek derket. Li gorî baweriya Rûsan, kevneşopiyek hebû ku heftiyên du caran dikarîbûn şîr vexwûn. Li gorî Melegana tu astengî li peşiya wan nîn bû, ji bo ku her roj şîr vexwûn.. Jixwe di rûsî de peyva moloko tê wateya şîr û molokan jî tê wateya kesên ku şîr vedixwûn. Di sala 1682an de, ev kesên ku ji ber vê sedemê ji Dêra Ortodoksan veqetiyan, ewilî li bakurê qefqasyayê û dûv re jî li parêzgehên tiflîs, Êrîvan û bakû yên li ser sînorên Osmanî û Îraniyan de hatin bicîh kirin.

Di şerê 1876-1877 Osmanî-Rûs'an de, ev kes ji aliyê Rûsan ve li qersê hatin bicîh kirin û bi salan li vir man. Piştî gelek salan ku li vir man, koçî dewletên wek dya'yê û awistralya bûn. Îro hê jî li Qersê û Stenbolê hene, her çiqasî kêm bin jî *


Di romana Şivanê Kurmanca de Melegan:

Di wêjeya kurdan de romana ewil Şivanê kurmanca de, erebê Şemo qala Melegana li gelek caran kiriye. Her wiha bûyer jî bi piranî li Qersê derbas dibin. Di beşa ''Merkeba me. Rêncberîya nava Melegana'' de qala Melegana dike.

''Gundîyê Alêksandrovskê parê vedibûn ser du qebîla yan du tayîfa: nivî meleganê 'postayanî' bûn, nîvî jî meleganê 'prigûn' bû, eva her qebîleke wan ji hev dihatine kivşê her aliyê dînva; dêra wan û keşîşê wan ji hev başqe bûn.''

Li gorî Erebê Şemo, melegan di nav xwe de jî ji hev cûda dibûn û her wiha dêrên wan û keşayên wan jî ji hev cûda dibûn.



17.11.2020 17:20 ~2020.11.18 10:12 | merwano

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» melegan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî