Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 14 peyam
îslam

îslam

48. agahiyek di derbarê quranê de ez ecêbmayî kirim: di dema şerê bîzans û sasaniyan de muşrîk ji ber ku bîzans xwedankitêb bûn, alîgirê sasaniyê kirine û ji bo xerakirina motîvasyon û morala mumînên nû vê bi kar anîne. îja di quranê de mîzgînî tê dayîn derbarê serkeftina bîzansê li hemberî sasaniyan û xwedê dibêje ku wê di nav du sê salan de bîzans zorê sasaniyan bide û bi ser keve. wele ez şoq bûm. çavkanî sureyê rûm.

a din: muhemmed pêxember bi xiristiyanên taxlîbê re peyman îmze dike û di vê peymanê de şertekî wî ev e: ew dikarin xiristiyan bimînin lê bila zarokên xwe weftîz nekin. bi ya gotara jêr ev made nayê sepandin. ya rast hevoka paşîn li hevoka pêşîn nayê. di xuyangê de nakokî tê dîtin. [yekî ji cihûyan re bibêjî temam hûn ser dînê xwe bin lê zarên xwe sinet nekin. lê sinetkirin ji xwe emrê dînê ye.] lê divê bê gotin ku di dîroka îslamê de ev şert tenê di vê peymanê de tê dîtin. tu carî di herêmekê din de ji xiristiyanên din ev nehatiye xwestin û bi ya gotarê ev mînaka tenê jî tu carî nehatiye sepandin. a duda jî benî taxlîb eşîreteke ecêb e, ser menfeetê xwe ne [di şerê misilman û sasaniyan de alîkarên faris in lê dinêrin ku misilman bi ser dikevin îja ew xiristiyan bin jî dibêjin misilman jî ereb in û em jî û tevlî artêşa îslamê dibin] û ji bo ku mîna faris û miletên din ên ne-ereb cîzye nedin ji misilmanan re dibêjin ku em hemû ereb in filan û bêvan. mîsal pêşnîyaz dikin ku dewsa cîzyê, du qet zêdetir zekat bidin. bi ya xwediyê gotarê, dibe ku ev mesela weftîzê jî pêşnîyaza wan be.

gotar: tûrabdîn Yöresinin İslâmlaşma Süreci - Hüseyin Güneş Here lînkê



2020.11.22-02:20 ~02:28]| biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
dengdanên dawîn (Yên Din..)
şerîf omerî [4]
Şerifo kurmancî hat nas kirin erebî hat jî bir kirin......
japonî [1]
japon jî wek torîya ji dêlva "erê" dibêjin "a" . ...
hüdapar [1]
Wan doh Li ser twitterê bi hashtaga #kürtmeselesi çalakiyek xweş lidar...
hueyn [1]
Nivîskarek nû yê tirşikê ye. Bi ezm û şewq dinivîse. Bawerim dê gelek ...
mastodon [2]
Malperekî mikroblogê. Mero dikare bêje klona twitterê ye lê belê ji ge...
belki ev jî bala te bikişînin
» islamşinasî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî