Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
încîl

încîl

1. Kul û derdê biruya hayao miyazaki bû.

Peymana Nû ya ku di nav gel de bi navê Mizgînî (Încîlê) jî tê zanîn, ji gotina Yewnanî “EVANGELIYON” tê. Mana vê gotinê bi Kurdî “MIZGÎNΔ ye. Peymana Nû ji 27 kitêban pêk tê. Ev bi giştî li ser çar mijaran e, ku hevdu temam dikin.

1. Jiyana Îsa Mesîh ji aliyê çar nivîskarên bi navê Metta, Marqos, Lûqa û Yûhenna ve hat nivîsîn. Nivîskar hem bi çavê xwe ji bûyeran re bûn şahid û hem ji kesên ku dîtibûn agahî civandin. 150 salan piştî Îsa Mesîh, ev nivîsên ha tev bi hev re hatin weşandin.

2. Di Karên Şandiyan de ew tiştên ku piştî hilkişîna Îsa Mesîh a ezmanan çêbûn, ji aliyê Lûqa ve hatine nivîsîn. Îsa Mesîhê ku vejiya û hilkişiya ezmanan, Ruhê Pîroz ji bawermendan re şand. Kitêb bûyerên li ser pêkhatina civîna bawermendan û belavbûna wê dide.

3. 21 nameyên ku Şandiyên Îsa Mesîh nivîsîne, li ser mirina Îsa, rabûna wî, çûna wî ya ezmanan û hatina wî ya diduyan disekinin û xuya dikin ku ev bi çi awayî bandûra xwe li ser jiyana bawermendan nîşan didin. Pawlosê Şandî 13 ji van nameyan ji civînên bawermendan ên hin cihan û ji hin kesan re nivîsîne. Her heşt nameyên din ji bawermendên ku li gelek derên cihê belav bûne re hatine nivîsîn. Naveroka her nameyê li ser jiyana pîroz û pirgirêkên rojane ye.

4. Mijara Peyxama Yûhenna ya bingehî, li ser bûyerên dema dawî ye (eskatologiya). Naveroka wê li ser pêxemberîtiyên hatina Mesîh ya cara diduyan e.

Xwedayê ku di Kitêba Pîroz de tê diyarkirin, xwe bi pîrozî û karên hêzdar dide naskirin. Gelek pêxemberîtiyan hê ji berê ve hatina Îsa Mesîh vê dinyayê ragihandine. Yûhennayê ku bi şahidî hatibû şandin, Îsa Mesîh bi her kesî da naskirin û rûmeta Îsa jî bi karên wî yên hêzdar hat dîtin. Îsa bi destê mirovên dîn û Romayiyên serwer hat xaçkirin, mir, piştre hat veşartin, roja sisiyan vejiya û piştî çil rojan hilkişiya ezmanan. Ev bûyera ku bi daxwaza Xwedê pêk hat, di nav Xwedê û mirovan de aştî çêkir û wek danezana jiyana herheyî belav bû.

Ev 27 kitêb pêşî bi Yewnaniya kevin hatin nivîsîn. Di nîvê sedsala didiyuan de ji aliyê civînên ruhanî ve hatin bikaranîn. Di dora sala 200î de, dest pê kir, li zimanên din hatin wergerandin.

/Jêgirtin.



22.11.2020 17:32 | yûsiv

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» încîl vs quran

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî