Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 84 peyam
hevzayendîtî

hevzayendîtî

14. têgih hinek ketine bin guhê hev. ji ber ku zana farqînî di ferhenga xwe de ji homoseksuel re gotiye "hevzayend", miletê din jî heman peyvê bi kar aniye (ez jî tê de me). lê mamoste peyva "hermafrodît"/hunsa" tevlî vê peyvsaziya xwe nekiriye (ji ber ku navê wê ji xwe di kurdî de heye: nêremo an jî nêremê lê ev mentiq jî şaş e jbk îro wekî argo û heqeret jî tê bikaranîn û divê jêre peyvek notr bê çêkirin) û di tayîna wî ya maneyan de xeletî derketiye. hevzayend, bi ya ferhenga wî û mentiqa wî dibe "kesê ku xwedî du cinsiyetê ye" lê maneya ku mamoste daye wê peyvê wiha nabêje. îja bi ya tercîhên wî yên peyvan mane divê wiha bin:

zayend: cins(iyet), sex
zayendî: cinsî, cinsel, sexual
zayendîtî: cînsîtî, cinsellik, sexuality
hevzayend: çift(eş) cinsiyet, hermaphrodism, dual gender
hevzayendî: eşcinsel, homosexual [~gey, lezbiyen]
hevzayendîtî: eşcinsellik, homosexuality

yanî kesên gey nabin hevzayend, lê divê bibin hevzayendî. wekî mînak:
*rûken hevzayendî ye, hevalên wê mehmûd û necat jî hevzayendî ne.
*hevzayendiyên amerîkayê heqê zewacê bi dest xistin.
*komeleya karkerên madenan piştgirî dide rêxistinên hevzayendiyan.
*hevzayendiyek hat ba min û ji min re qala kelha xerpûtê kir.
*xêra xwe nên bide wî hevzayendiyî.
*nûçe: Deh hevzayendî yên navdar


filan. îja divê wiha bê honandin:
*me li tirşikê qala hevzayendîtiyê kiriye.
*hevzayendîtî, meyla hevzayendiyan e.
*çend hevzayendî civiyane û li sûka amedê dimeşin.



24.11.2020 15:25 ~15:30 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol