Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
honaka zanistî

honaka zanistî

9. science: zanist
fiction: çîroksazî, honak

navê çêkirina/nivîsandina tekstên wêjeyî [çîrok, roman hwd.] honandin/hûnandin e. berhemê ku ji honandinê derdikevin honak in. bo bikaranîna van lêkeran jkx li gotaran binêrin: kovarên wêje û rexne, zarema û yên din.

xeyal? tê bibêjî qey di roman û çîrokên realîst û romantîk û polîsiye û tirsnak û operaya fezayî de xeyal tune ye, mêrikek rabûye peyvê xeyal kiriye navê cureya science fiction ku peyva xeyal tu carî nikare şûna fictiona "science fiction"ê bigire herçiqas ji çend noqteyan ve têkeve hihûdên wê jî. tew hingî ji xwe bawer in, mirov diheyire. lê divê bê bibîranîn ku li vir ji xeyalê zêdetir, têgih balê dikişîna honandina xeyalan. bêyî honandina wan tu maneya xeyalên zanistî tune ye ku wêje ne şîrketa patentan e û bi rêzkirina xeyalên zanistî mirov nagihije berhemên wêjeyî.

kurdên me ecêb in wele, dilê me pê dişewite. îja bi ya gotina bilbilê îngilizî honaka zanistî ji îngilîzî nehatiye wergerandin lê bi mentiqa tirkî hatiye çêkirin yanî teqlîd e. bertekê didin wê û jê re peyveke din pêşnîyaz dikin a ku erebî ye. * (bnr: xeyal) tew peyva xeyal/xiyal ne nêr e, mê ye. divê pêşnîyaza wan bibe xeyala zanistî. lê bila ew bi xwe bifikirin. ji aliyê din ev xeyalê zanistî jî ne pêşniyazên wan ên resen in: ji soranî hatiye wergerandin: xeyalî zanistî. ka bifikirin hevalên delal ew ji kê standine? binêrin nabêjim wergerandine, standine: ji erebî: خيال علمي yanî xeyal(~un) 'ilmî. hema herfek din tevlî nivîsa xwe kiriye. xwedêkî, ne ji farisî be? علمی–تخیلی ('ilmî texeyyulî) ji xwe peyvçêker û tayînkerên têgihan ên zaravayê soranî nikare bibe çavkanî ji bo kurmancî. (bi bîr bînin: ol, yasa, dibistan, dîrok, wêje, helbest hwd) bi van daneyan ma divê em jî bibêjin?: kesên ku dibêjin "xeyalê zanistî", tew çûne ji erebî û farisî standine, ew teqlîd kirine. [belkî di farisî û erebî de xeyal/texeyyul ji bo fictionê bes be lê mijar ne ew e]

lê na ez tiştek wiha nabêjim, ji ber ku hiş û bîrê xwendeyên kurd bi zimanên erebî û farisî û tirkî şikil digire, jbk perwerdehî û pisporiya wan bi van zimanê dibe. em nikarin bixeyidin û tawanbar bikin lê dikarin (heke ji destên me bê) ji pêşniyazên wan çêtir peyvan bînin ber xelkê bo vebijark zêde bin.

lê ecêbiya wan ew e ku ferq nakin: ya tirkî jî ji xwe ji îngilîzî hatiye wergerandin û kurd dixwazin ji îngilîzî wergerînin an ji tirkî, wê maneya peyvê nû nêzî ya tirkî bibe. çimkî çavkaniya wan yek e.

naxwazim dilê kesek bihêlim û bikevim qirika kesekî din lê divê bibêjim: berî îdîa û tawanbarkirinan, mirov divê fikrên xwe baş bisêwirîne. yan na tu qîma hukmên tawanbarkirina wan namîne.

not: min ji bîr kir binivîsînim. peyva zanist ji aliyê çêkirinê ve çiqas kurdî ye nizanim jbk ji soranî ketiye ku wergirtinên soranî divê berê werin şuştin û piştre werin neqandin.



13.12.2020 14:38 ~15:01 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol