Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
berpêyên qurfî

berpêyên qurfî

3. Êşa ku çend heftî berê hatibû serê min. pêşî xwe wekî hevketina dil û virik şanî min dabû. Cara yekemîn vê êşê min di dersxaneyê de hesiya. Wê demê ez Ji dersxaneyê derketim û çûm nexweşxaneyê. Li wir serumek li min dan û şandin. Dema dîsa vegerîyam dersxaneyê êş wekî berê berdewam kir. Rûniştandin ji bo min wekî dojeh bû. Nikaribûm li ser kuna xwe rûnim. Vegerîyam malê û ew êş li ser min çû û gelek rihet bibûm.

Roja din dîsa dema çûyîna dibistanê hat êş destpê kirin. Dîsa neketim dersê û çûm nexweşxaneyê û li wir gotin ku te tiştekî xwariye ku dilê te wisa hev dikeve. Dîsa serum li min dan û şandin. Dîsa dema vegerîyam malê êş li ser min çûbû. Wisa çend roj derbas bibûn.

Kekê min jî 4 sal berê dema pola 12emîn de pê vê êşê ketibû. Jiyana wî tarûmar bibû. Ji tirsa derketina derve nêzîkî 2 sal ji malê derneket û ji dinyayê sar bû. Ji ber wê pêşî kekê min û tiştê ku jîyabû hat li ber çavê min.

Axir bi rastî jî ji malê derketin pirr dijwar bû. Li ser min tirsa mirinê tunebû lê dema ku dihesiyam derkevim derve êş dest pê dikirin. Bi girîn û qirînê de nizanim min çi dikir. Û ev êş jî lîstika hişê min bû. Tenê lîstik.. Ji ber ku êş tunebû tenê wisa dihat xuyan.

Carekî kuxikên vereşandinê hatibû min lê nikaribûm bivereşim. Tenê av ji devê min derdiket. Axir her çiqas dijwar be jî min xwe diavête derva. ji ber ku min dizanibû ku heke dernekevim derve wê jiyana û xeyalên min têk biçin. Di bin zor û dijwarîyê min xwe diavête dersê tiştê. Tiştê ku ecêb dersa pêşî her çiqas dijwar derbas bibe jî piştî wê dersê xwe gelek rihet dibûm. Wisa nêzîkî mehek derbas kirim.

Hêdî hêdî êş xatir ji min dixwest. Lê hê jî derketin ji bo min gelek zor bû. Û li wan rojan 15.11.2020 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê hebû min ji xwe re got divê biçim vê civînê ku, ne ji malê heke ji Batmanê derkevim dibe ku piştî wê demê wêrek bibim û ev êş li ser min tam biçe. Roj hatibû û bi girîn û qirînê ji malê derketim çûm dersxaneyê piştre jî siwarê erebeya Amedê bûm. her çiqas zorî kişandibim jî ji Batmanê derketibûm. Piştî vê rojê gelek rihet bibûm. Wekî berê êdî bê tirs û bê êş dikarim derkevim derve. *

Li gor psîkolog û mamosteyê min sedema vê êşê şayişdar bûn û zêde bala xwe dayîna mijara bû. Li gorî wan min gelek bar li ser pişta xwe kiriye. bi rastî jî gelek stres li ser min çêdibe ji aliyê dibistanê ve û mijarên Dînî ve jî gelek kûr ve diçim. bawer dikim ku ji ber van tişta wisa bûm.

Heke dora we yek li vê êşê ketibe,
teqez nehêlin di malê de bimîne.
Bi çavê dîna li wan nenihêrin.
Tiştê herî girîng psîkolojîyê ji ber wê gotinên virt û vala nebêjin.
Bihêlin derkeve derve û hevalên xwe re bigere.



êşên ku li ser min bûn
Tayê vereşandinê (lê min xwe bikuştana jî nikaribûm bivereşim)
Êşa singê
Êşa dil
Hevketina dil
Virik
Psîkolojîya erdhejê
Bêhn tengî
Sergêjî
Tevizandin
Hesta fetisandinê
Lêdana dil
Zêde çûyîna tuwaletê
Bîr çûyîn
Û hwd



15.12.2020 15:53 | yûsiv

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» berpêyên qurfî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî