Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 16 peyam
sedemên nexweşikbûna xortên kurd

sedemên nexweşikbûna xortên kurd

23. Hejarbûn e. Ferhenga şikestî sedema mijarê rast daye lê tesnîfkirina wê şaş kiriye û sedema wê nizanibûye çi ye.

Ihhhhhh, belê wekî ku di hevoka serî de jî min got sedema nexweşikbûnê hejarbûn an feqîrî ye. Başe, vêca kî xweşik e? Wekî ku di 2 beşa de tesnîf kiriye lê şaş e. Lewra pêşketîbûn dewlemendiyê bi xwe re têne û ev jî dîsa dikeve beşa dewlemendiyê. Dewlemendî têgehek berfireh e. Di xwede hebûna diraf, saman, zanîn, jêhatîbûn hwd. Gelek tiştan dihewîne. Herçî ê ku dewlemend be, dê bi jineke xweşik re bizewice, wekî ku jê tê hêvîkirin dê zarokên wê jî xweşik be. Yanê bav zêde ne girîng e( ji xwe bav dewlemend be, dêbavê wî jî xweşikin û divê ew jî xweşik be). Dê xweşik be zar jî xweşik in. Dêyên xweşik jî bi dewlemendiyê çêdibin. Yanê herçî yê dewlemend, bi li xwe nêrînê xweşik nabe. Ji xwe ji dayikbûn xweşik e. Belê li xwe nêrîn, makyaj filan jî bandora wan heye lê ne ewqas.

Yên feqîr, belengaz û hejar, rebenê xwedê çi jinên xweşik li ruyê wan nanihêre. Ew jî diçin bi jinên feqîr(ji bela ku feqîr in, nexwe dêbavê wan jî feqîr e. Wekî ku me pênase kiribû, dêbavê wan jî nexweşik in) yên ku mêrên zengîn bi wan qaîl nebûne û nexweşik re dizewicin û zarokên hîn nexweşiktir çê dikin. Di dersa zîndewerzanî de ji vê buyerê re digotin " yapay seçilim" lê kurdiya wê nizanim çiye.


Nîşe: min vê pênaseya xweşikiyê û teoriya dewlemendiyê li gor pîvanên ku ewropa û emerîka bi saya tv û tora civakî li ser gerdûnê ferz kiriye an wan bi vê daye bawerkirin, honand. Yanê ew pîvanên ku dibêjin jinê xweşik ewên çavê wan bi reng, bejna wan dirêj, porê zerî, lêvên dagirtî, çiçikên mezin, qunên fire û çîqên dirêj. Herwiha mêrên bejna wan dirêj, zikê wan 6 kîlo peqlewe, pazûyê wan stûr, nav pişta wan fireh û hwd.

Yan na ji xwe kes dêbavê xwe bi kesî nade û dêbavê herkesî li ber çavên wan xweşik e.



05.01.2021 03:25 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
belki ev jî bala te bikişînin
» sedemên serêşê
» nexweşikbûna alfabeya kurdî
» xortên kurd ên herî ciwan û çeleng
» kurdên kose

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî