Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 50 peyam
malperên bahîsê

malperên bahîsê

1. malperên deryasayîne. Ji bo çend qirûşên xelkê bixwin weke feqîroşkan zêde bûne. Piranî di navê wan de peyva "bet" ya îngîlîsî tê wateya bahîsê heye. Bi riya facebook, instagram, twitterê xwe digihînin mirova. Bi gotinên " kuponên belaş", "em dixwazin arîkariya we bikin", " jina xwe derxin û xwarineke xweş bixwin", "deynê xwe bidin" û hwd. Li ser hesabên xwe, wêneyên pera diavêjin û heçku kesên pere qezenç kirine, ji wan re wan wêneya avêtine û spasiya wan kirine lanse dikin.

Belê piştî ku qurbaniyê xwe zevt dikin, lînkekî (girêdank) jê re dişînin. Paşê kuponek %100 dê derkeve dişînin. Rêjeyek pir bilind weke 1-80 didin. Paşê ji bo karibin bilîzin divê pere biavêjin hesabê xwe yê malperê. Pere jî divê herî kêm 100tl be. Piştî 100tl dişînin 100tl jî promosyon dikeve hesabê qurbanî. Kurban jî dema wê kuponê dilîze ( di eslê xwe de maç û lîstin filan tune ye, pergala malperê heçku bahîs hatiye lîstin tevdigere, û li gor dema rast dixebite) li benda dema maçê disekine û piştî maçê weke hatiye plankirin pere dikeve hesabê malperê.( di malperê de wekî ku pere di hesabde ye dixuye lê pere ji jimareya pê ve ne tiştek e)

Başe, ev pergala ku heya niha bêqisûr dixebite ma ji bo 100tl bû? Nexêr. Yê ku heya niha bi lîstikê hay nebe û hê jî bide pey van xapînera, dikeve asteke nû ya xapandinê. Vêca qurbanî dê bixwaze 16000 tl ji hesab bikşîne. Piştî ku qurbanî bixwaze pereyê xwe bikşîne, jê re dibêjin " ji ber ku tu cara yekem e, pere dikşînî divê %10ê qezenca xwe ji ber kdv( bacek bingehîn ya tirkiyê ye) an jî bo ewlehiyê bişînî, paşê di nava 30 çirkî de karî pereyê xwe bikşînî"

Vêca we fêm kir bê çima 100tl promosyon tê dayîn? Ger tenê bi 100tl kuponê bilîze, dê 8000tl qezenç bike. Herwiha ji bo karibe pere bikşîne %10ê wê divê 800 tl razîne. Lê heke digel 100tl yê promosyonê bi 200tl bilîze dê 16000tl qezenç bike û ji bo karibe pere bikêşe divê 1600tl razîne.

Heya pereyê dawî jî bê şandin bi zimanek şêrîn û ewle bi qurbaniya tê axaftin. Qurbanî peyam bişînin, bi lez bersiv didin. Piştî pere ket hesabê wan, carek din ne bersiv didin ne jî qurbanî karin xwe biginînin wan. Ji ber ku têkilî bi rêya malperê tê kirin, bi hêsanî xapîner karin têkiliyê qut bikin. Piştî qurbanî tê xapandin, ji ber ku bahîs deryasayî ye, nikarin li mafê xwe jî bigerin. Lewra kes nabêje min " lîstika deryasayî lîste, lê min xapandin"


Axir, ji bo kesên hejar û feqîr ji neçarî nekevin destê van bazirganê hêvîyê û mexdûr nebin dinivîsim. Min hêvî heye nekevin xefikên bi vî rengî.


Ev jî nivîsek tirkî ye li ser vê meselê.... Here lînkê



07.02.2021 01:05 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
belki ev jî bala te bikişînin
» malperên .onion

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî