Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
kutandina zeytûn

kutandina zeytûn

3. Saaaaal 2007 bû. Ez hêj çenek zarok im. Diçim mekteba seretayî. Berfek ûsa hatiye dide heta çoga. Ez pê li ku dikim tê diçikim. Bûye berêvarî ders qediya ne, mekteb bela bûye. Ji ber ku mekteb li taxa me ye nîviyê pola min gundî, merv û hevalê min yê taxê ne. Dema mekteb bela dibe em wek eşîrekî didin ser pişta hev û qefle qefle vedigerin taxê û her ku nêzî taxê dibin yek ji me kêm dibe û diçe mala xwe. Li pişta min jî barê kerekî kitêb hene. Ji xwe nizanim kîjan lazim e û kîjan ji çi re dibe. Hama çend kitêb dane me, diya min tevî li min siwar kiriye, nîv nanê tenûrê û firingî û xiyarek jî xistiye paşila min.

Werhasil, ez bi hawekî giham ber deriyê mala me. Wê çaxê xaniyê me dar û text e. Hewşa me jî têra xwe fire ye. Ez ketim hundir, hama kî li mala me hebe, diya min, birayên min û xwuşkên min, her yekî kevirek an çakûçek zevt kirine û zeytûnên şîn dikutin. Weke fabrîqayê ketine rêzê, 4-5 meterê mezin li ber san dikutin û hey dikutin..

Min jî cara ewil e, çav li zeytûnê şîn kiriye. Ne zanim ew çi ne û ne jî zanim bê ka çima wan dikutin. Wele min hema çentê xwe avêt û rûniştim ber wan. Her ku diya min dibêje " dûr here" ez xwe berbi wan de didim. Lê min ji ber diya xwe noqa xwe vala kiriye û li wan darî dikim. Piştî çendakî min li wan nihêrî û fêrî kutan û teqandina wê bûm, rabûm min jî ji xwe re kevirek peyde kir û ketim ber wan. Çiqas min dûr didin û nahêlin ez jî çêkim, xwe dikim bela serê wan û talî ji neçarî destûr didin. Yekî dieçiqînim yekî diteqînim. Nizanim çima weha dikim lê ji ber herkes weha dike ez jî dikim. Destê min tev bûye birûn, cilê min lewitîne. Dest û nenûkên min reş bûne. Wele ew roj heya derengê şevê me wan zeytûna kuta. 100 sal jî derbas bibe ji bîra min naçe.



11.02.2021 00:53 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kutandina zeytûn
» zeytûn

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî