Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
odin

odin

1. yezdanê mezin ê bawerîya gelên nordîk e. weka zeûsê yewnanî û Ahûra mazdayê îranî li hemberî tîtan û dêwan şer kiriye bûye xwedanê yezdan û aleman. navên wî gelek in bes yên piştî odin berbelavtir, wotan yan woden e ku di zimanên kevn yên germen-nordîk de tê wateya efendî, xwedan, lord. çawa min van navan dît peyvên xwedê û Adonîs hatin bîra min. ji bo agahiyên berfirehtir dikarin peyamên destnîşankirî ku di bişkojka spoîlerê de hatine veşartin, bixwînin.

xwedê/130294

di gelek zimanên îranî de ji du kiteyên eslî pêk tê: xod+dan. di farisî de wek xoda tê telafûzkirin û li gor ilmê etîmolojiyê xoda rasterast bi kurmancî xwedan e. xod; xwe, dan; kinbûna twanîn û tevanesten (karîn, şiyan) e. serencam ji van peyvik û qertefan jî xwetwan (xwedan) çêbûye. bi erebî dikarin bêjin malik an melîk.

Aqilê mirovan eynî dixebite ereb ji bo xwedê/îlah di wateya xwedanê her tiştî de dibêjin malik'ul milk. hetta di îngilîzkî de jî dibêjin lord ango dîsa xwedan.

adonîs/130999 [spoiler: li gor folklornas james george frazer peyva adonîs ji adon tê ku di zimanên semîtîk (fenîke, îbranî) yên antîk de tê wateya efendî, melîk, malîk ango xwedan û lord. ji du peyvikan pêk hatiye "a-" (xwe)¹ û "don" (karîn, bi soranî twan).

welhasilê kelam mebesta min ev e ku adon û xwedan ji heman fêhm û ferasetê derketiye.

têbînî: di peyvên kevnar yên mîna "azad" de "a" wek di wateya "xwe" de bicih bûye. "a" (xwe) û "zad" (jidayîkbûn, zayîn). bi peyva xweza re tevlihev nekin. mantiqekê nêzîk tê de heye lê azad asîmanî û mirovî ye, xweza erdî û heywanî ye.


adonay/131009
di baweriya cihûyan de navek ji navên xweda ye ku wateya wê efendî, xwedan e. heta wek adon olam (xwedanê alemê) jî telafûz dikin.


têbînî: roja çarşemê di zimanên anglosakson de wek wednesday tê gotin ango roja odin. ji ber çi çarşem giring e nizanim wek dizanin di dînê êzdayetiyê de jî çarşema sor heye.



11.02.2021 22:11 ~2021.09.10 04:19 | ezcan

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» odin

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî