Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
adonay

adonay

1. di baweriya cihûyan de navek ji navên xweda ye ku wateya wê efendî, xwedan e. heta wek Adon Olam (xwedanê alemê) jî telafûz dikin. çawa min vî navî dît peyvên xwedê, odin û Adonîs hatin bîra min. ji bo agahiyên berfirehtir dikarin peyamên destnîşankirî ku di bişkojka spoîlerê de hatine veşartin, bixwînin.

xwedê/130294

di gelek zimanên îranî de ji du kiteyên eslî pêk tê: xod+dan. di farisî de wek xoda tê telafûzkirin û li gor ilmê etîmolojiyê xoda rasterast bi kurmancî xwedan e. xod; xwe, dan; kinbûna twanîn û tevanesten (karîn, şiyan) e. serencam ji van peyvik û qertefan jî xwetwan (xwedan) çêbûye. bi erebî dikarin bêjin malik an melîk.

Aqilê mirovan eynî dixebite ereb ji bo xwedê/îlah di wateya xwedanê her tiştî de dibêjin malik'ul milk. hetta di îngilîzkî de jî dibêjin lord ango dîsa xwedan.

odin/131002 [spoiler: yezdanê mezin ê bawerîya gelên nordîk e. weka zeûsê yewnanî û ahûra mazdayê îranî li hemberî tîtan û dêwan şer kiriye bûye xwedanê yezdan û aleman. navên wî gelek in bes yên piştî odin berbelavtir, wotan yan woden e ku di zimanên kevn yên germen-nordîk de tê wateya efendî, xwedan, lord.



adonîs/130999
li gor folklornas james george frazer peyva adonîs ji adon tê ku di zimanên semîtîk (fenîke, îbranî) yên antîk de tê wateya efendî, melîk, malîk ango xwedan û lord. ji du peyvikan pêk hatiye "a-" (xwe)¹ û "don" (karîn, bi soranî twan).

welhasilê kelam mebesta min ev e ku adon û xwedan ji heman fêhm û ferasetê derketiye.

têbînî: di peyvên kevnar yên mîna "azad" de "a" wek di wateya "xwe" de bicih bûye. "a" (xwe) û "zad" (jidayîkbûn, zayîn). bi peyva xweza re tevlihev nekin. mantiqekê nêzîk tê de heye lê azad asîmanî û mirovî ye, xweza erdî û heywanî ye.



11.02.2021 23:00 ~2021.09.10 04:20 | ezcan

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» adonay

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî