Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
încîl vs quran

încîl vs quran

5. Pirtûkên ku min hem bi kurdî hem jî bi tirkî xwendiye. Şêwaza her du pirtûkan gelek cuda ye. Her wiha naveroka wê jî. Încîl bi kurtasî qala jiyana Îsa û belavbûna xrîstiyanê bi şagirtên Îsa dike. Quran jî hema hema bibêje kurteya Tewrat û Încîlê ye. Quran zêdetir dişibe tewratê lê şêwaza wê wekî tewratê ne tûj e lê dîsa jî hinek tûj e. Quran di bin xwendinê bingehî daye û ava bûye. Încîl jî di bin hezkirinê.


quran dibêje bixwîne. Jixwe Zagona pêşîn a Quranê ev e. Ya Încîlê hezkirin e. Încîl zagona xwe ya girîng bi van ayetan dîyar dike. zagona pîroz ji tu tişta pêk tê. Yek, xwedayê xwe wekî xwe hez bike. Ya duyem jî cîranê xwe wekî xwe hez bike.

Încîl jî, ji min re xweştir tê. Wekî romanekî tê xwendin. ji bo bê fêm kirin tiştên qal dike bi nimûneyan eşkere dike. Di Încîlê de tiştê ku bala mirov dikşîne ayetên hezkirinê ne. Ev tişt jî gelek xweşa min dibe. Wekî:
xwişk û birayên xoşewîst,
em ji hevdû hez bikin; ji ber ku hezkirin ji Xwedê ye û her kesê ku hez dike, ji Xwedê çêbûye û Xwedê nas dike. Yê ku hez nake, Xwedê jî nas nake, ji ber ku Xwedê hezkirin e.
Yûhenaya 1em 4

Încîl qala taybetiyên xwedayî li ser mirovan jî dike. Îsa xwediyê taybetmendiyên xwedayî bû. Wekî vejandina mirovekî, avê sekinandin û hwd. Rasterast di Încîlê de nabêje Îsa xwedê ye lê xrîstiyan wiha bawer dikin. Navê vê baweriyê jî teslîs e. Lê van taybetmendiyan tenê ne Îsa bi kar dianî. Her wiha şagirtê wî yê bi navê pavlus jî xweyî van taybetmendiya bûn. Ev tişt jî gelek ecêb bû bi rastî. Matmayî dimam.

Şêwaza Quranê di hin ciha de tûj, di hin ciha de jî nerm e. Dema em ayetên li mekkeyê nazil bûne dinêrin tev li ser biratî, hezkirinê ava bûne lê dema em ên Medîneyê dinêrin ev rewş diguhere. Ayetên li dijî gayrimuslim derdikevin pêşiya me. Ev rewş jî wekî nakokî tê li ber çavan. Gelek tişt hene ku li serê binivîsim lê naxwazim. *

Nîşe: kêfa min tev baweriya re tê. Ji zerdeştîyê bigrin heta Budizmê. Tev bala min dikşînin. Û ez bawerî tev dîna dikim. *



20.02.2021 18:19 ~19:03 | yûsiv

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» încîl vs quran
» qurana kerîm û meala wê ya bi kurdî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî