Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 86 peyam
pêşniyarên we bo 16 salîya we

pêşniyarên we bo 16 salîya we

3. 16 saliya min ango sala 2019-2020ê ji bo min saleke bêhempa bû. Pêşnîyareke min ji bo min tuneye ji ber ku min ew salê gelek baş derbas kir. Min ji 150yê zêdetir pirtûk xwend, min zimanê xwe gelek pêş ve bir. Min dîroka xwe baştir nas kir. Min xwe baştir nas kir. Min gelek pirtûkên Dînî xwend û hema bibêjin min derheqê tev dîna de bûm xwediyê zanînê. (bi taybetî dinê Îbrahîmî) Her wiha min Încîlê, Quranê hebkî jî tewratê xwend. Lê vê tiştê pêşnîyarê we nakim ji ber ku temena we ne temena van tişta ye. Ji zêdetir min hesabên fake vedikir û min digihîşt her kesî. Ji pastoran bigrin ji faşîsta, ji zimanzan bigrin ji meleyan ji kurdên nizanim ji ku derê bigrin ji nivîskaran. Bi van nasîna kûrahîya zanîna min roj bi roj zêdetir dibû. Axir ez zêde dirêj nekim. Bi kurtasî pêşnîyarên xwe rêz bikim.

1- Rojê hema saetek du saet bişuxile dersên xwe.

2-Pirtûkan bixwîne lê ne pirtûkên klasîk an li ser
evîndarîyê felan. Pirtûkên zanînê, dîrokî û agahîwar bixwîne. Ez li dijî pirtûkên xwegîhan im. Ez bawer nakim tiştekî li we zêde bike.

3-Zimanê xwe baş bizanibin. Her wiha zimanê tirkî jî baş bikar bînin. Rêzimana her du zimanan fêr bibin û xwe ji vê aliyê ve pêş be bibin.

4-Heke derfet hebe fêrî zimanê îngilîzî bibe.

5-Bi her cure mirovî re bikevin têkiliyê.

6- Bi mirovên ji te, ji aliyê zanatî ve baştir be hevaltiyeke bike.

7- Rexneyan qebûl bike û her tim xwe bide rexne kirin.

Ewqas bes e.



25.02.2021 00:09 | yûsiv

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
tirşik forûm [1]
gelek baş e , me xwest em şevê bi stranek xweş ve bigrin. (vbnr: M...
belki ev jî bala te bikişînin
» pêşniyarên fîlmên kevn ên ku zêde nehatine bihîstin

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî