19. rêzefîlmek xweş e lê hinek fîşalkirî ye.
wek min di vê peyamê de jî gotibû (la casa de papel/109431), piştî ku ji rojevê ket, min dest bi temaşekirinê kir. min digot qey xelas bûye. lê mixabin hê wê herî kêm sezonekî were kişandin. ku min bizaniya, min ê destpê nekira. ji ber ku piştî travmaya fînala lostê, dixwazim piştî xelasbûna wan, rêzefîlman temaşe bikim.
ku em werin rêzefîlmê; (hay ji xwe hebin, spoiler!) mijara rêzefîlmê bakêş e. di sezona ewil de hûrgilî zêde bûn û qisûr hindiktir bûn. lê dîsa jî di senaryoyê de problemên mezin hebûn.
karakterên sereke orjînal bûn lê ya rastî ne yên şelandinkî wisa profesyonel bûn. bi taybetî tokyo, rio, nairobî û denver. mirov nikare bi van ehmeqan re bi silametî here seyranê, îcar operasyonek wisa dîrokî. lê dîsa jî îdare kirin û bi awayekî, çû serî.
bi operasyona duyemîn û sezona sêyemîn, mesele tam ji rê derket. karakteran dest bi şovê kirin, mîna ku bêyî haya senarîst û derhêner, ji xwe re rolan binivîsin û bilizîn. her yek ket pey karîzmaya karaktera xwe. bi çîrokên evînê yên çêkirî jî, tam gû xistin nav rêzefîlmê de.
mirov dikariya 2 sezonên ewil tev, qisûrên xwe, qebûl bike. lê bi her du sezonên dawîn, ne pêkan e ku mirov xwe zêdetir teslîmî vê senaryoya jihevketî bibe. jixwe ew meseleya arturo... xwedêyo, bi tena serê xwe 10 pûan ji senaryoyê dikuje.
welhasil, min rêzefîlmê di nava 2-3 heftîyan de xelas kir û zêde poşman jî nebûm lê belê bi tu awayî ne efsane ye.
|