Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
shoah

shoah

1. Belgefilma ku li ser komkujiya cihûyan hatiye amadekirin e. Wateya peyvê di zimanê îbranî de mîna "bablîsok" an jî "bahoz" e. Bi gelmeperî ji bo vê rûdana dijmirovî tê bi kar anîn. Kesên ku bi hezar şens û siûdî filitiye behsa hovîtî û barbariya ku li ser wan hatiye kirin dike. Pirî caran nikarin dawiya axaftinên xwe bînin. tu bêjî hema hema hemû li derê welatê xwe ne. Mîna amerîka û îsraîl.

Xala dina ku bala meriv dikêşîne kesên ku bi cihûyan re cîrantî kirine ew hesûdî û çavsoriya wan hîn jî di dilê wan de ye. Dibêjin "belê me ji cihûyan hez nedikir lê me serpêhatiyek wisa jî ji bo wan nedixwest." Lê pir jî xem nakin. Niha ew di mal û dikanên wan de ye û kêfa wan li cihe.

Kesên ku di van saziyên hovane de berpirsiyarî an peywirdariyek kiriye bersivên çewt û hevû din nagire didin. Gelek caran jî ditengijin û dilukumin. Lê dîsa jî bêyî ku jê biêşin an fedî bikin bersivan gorî xwe didin.

Dîmen û şûnwarên deng jê hatiye birrîn û di qêrîn û zarînek zêmarî de her difetise tim li pêşberî me ye. Ew nizanin bêjin çi em nizanin û kes nizane bêje çi. Her xemgînî û her girî û bîranînên ku li gel nexwestina anîna bîra xwe bi cihên xwe yên qeyîm û zexm qet bê ku kêliyek bê ji bîr kirin ji mêjiyan dernakeve dê li çavê me fêrmeskan peyda bike. Bi rastî, ji wê çaxê de çawa ku kesî ji vê bobelata hovane tiştek fêm nekiriye dê mîna olanek bê bersiv di mêjiyê me de her xwe li dîwarên nezaniya bixe û taliyê biweste û mîna reşahiyekê xwe bide wir.

Kesek cihû di cihekê de dibêje "heta vê rojê kesekê ewqas zext û zorî neanîbû serê cihûyan". Ez fikirîm û min got "ji ber nasnameyekê hatin darizandin û bi awayek wehşîtî hatin ceza kirin. Niha kurdên bêbext jî ji ber nasnameya xwe tên darizandin û ceza kirin. Mebesta min ne berawirdkirina êş û azarane lê her cara ku bobelatek tê serê me kurdan em her dibêjin heta vê rojê kesî ewqas zilm û zorî bi me nekiribû. Niha nizanim heta vê rojê me çendî caran wisa gotiye."

Xelkên ku ji ber nasnameya xwe tên ceza kirin ez bawerim bêhtir ji hevû din fam dikin. Bi dilek xemgîn û keser min temaşe kir. Asoxîn tenê pirsek ma di hişê min de:
"Çima?"



29.03.2021 00:12 | rizgarm

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» shoah

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî