Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


4 mijar û 4 peyam
-eve

-eve

1. paşgira ku dema bi lêkerekê ve dibe wateya "dîsa kirin"ê didê. bo nimûne çûneve yanî dîsa çûn, kirineve yanî dîsa kirin. hevwateya re- ya îngilîziyê ye wek restart (dest pê kirineve, dîsa dest pê kirin) . nemaze li devera badînan bi kar tê lê di nav kurmanciya navendî de jî belav bibe dê gelekî baş be. hayê hin kesan ji vê paşgirê tune ye û bawer dikin ku pêşgira ve- bi wateya "dîsa kirin"ê tê û hewl didin ku wê bi kar bînin wek venivîsîn (dîsa nivîsîn, nivîsîneve) lê ev awayekî çewt e. çimkî di kurmanciyê bi gelemperî pêşgiran wateya xwe ya bingehîn wenda kiriye, bo nimûne pêşgira da- bi asayî bi wateya "livîna ber bi jêr ve" dida lê niha tenê di hin lêkeran da ev wateya xwe parastiye (wek di daketinê de) lê di damezrandinê ti pêwendiya wateyê bi livîna ber bi jêr ve tune ye. loma jî çêtir e ku em -eve bi kar bînin û bingeha 've-'yê xera nekin.

çend nimûne:
me li kobanê hemû xanî ava kirineve.
(me li kobanê hemû xanî dîsa ava kirin.)
ez nivîsên jêçûyî dinivîsimeve.
(ez nivîsên jêçûyî dîsa dinivîsim.)



18.04.2021 17:56 | keyomerd

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
çîyayên hîndûkuj [1]
Di dema împaratoriya babûrî da, babûrîyan ji deştên Hindistanê(Bharat)...
serdestkirina çandeke li ber mirinê çawa pêkan e?? [1]
Ev pirs ji bo Kurdên ji xeynî Soranî ye, bi fikra min ji xeynî Soranan...
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [1]
Bila dawî ya salê îsal kî/ê çi ye tirşikê yê bila were nîşankirin. ...
mirin [1]
Rastîyeta me yi. Xilasîya kesî jê tunneyi. Do şev li ser wê min fîlmek...
christopher nolan [1]
di dîrokê de derhênerê herî mezin, herî girîng, herî baş, herî zîrek m...
belki ev jî bala te bikişînin
» -eve

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî