Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
qanas

qanas

2. snayperskaya vintovko dragunova (svd), tivinga dragûnov ya segvanî, menzîl-dirêj û nîv-otomotîk a ku ji aliyê ykss ve hatiye çêkirin. li bakûr weke qanas û li rojava û başûr weke qennas tê zanîn.

------------------------------------------------------------------------------------

celeb: tivinga segvanî

rajerî: yekîtiya sovyetan

şerên têde hatiye bikar anîn:

-şerê viyetnam
-şerê kamboçya-viyetnam
-şerê îran-iraq
-şerê sovyet-afgan
-şerê tirkiye-pkk
-şerê kendav
-şerê daxlik qerebax
-şerên yûgoslavya
-şerê çaçan ê yekemîn
-şerê çaçan ê duyemîn
-şerê iraqê
-şerê 2008an yê başûrê osetya
-şerê navxweyî ê lîbya
-şerê navxweyî ê sûrî

dîzayner: yevgeniy fedoroviç dragunov

dîroka dîzaynbûnê: 1958-1963

berhemker: izhmash, norinco

dîroka berhembûnê: 1963- roja me

celebên wê: svd,svds (modela qûndaxa wê tê pêçandin), type 79 (malê çîn), svd-k ( modela fîşekên antî personel bikar tîne)

giranî: 4,30 kg (vala)- 4,55 kg (tije)

dirêjahî: 1225 mm

dirêjiya lûle: 610 mm

muhîmmat: 7.62 x 54 mm r

qalîbre: 7.62

leza teqînê: 3-6 fîşek/ xulek

menzîla bibandor: muhîmmata orjînal 800 m

menzîla azamî: 1300 m

nîşangeh: pêş sabît, dawî dûrbîna pso-1

------------------------------------------------------------------------------------


ev çek ji ber kêmasiyên tivingê sivik- mekîne û tivingên piyade ji bo menzîlên dirêj di navbera salên 1958-1963an de li yekitiya komarên sosyalîst ên sovyetan de ji aliyê evgeniy fedorovich dragunov ve hatiye dîzaynkirin.
di pêşbirkên dijwar ên di şert û mercên xwezayî de dîzaynên sergey simonov û aleksandr konstantivov li dûv xwe hiştiye û di sala 1963an de dest bi hilberandina otomotîk kiriye. weke çekên di beşa ak di şertên xwezayî yê dijwar de bêyî pirsgirêk dixebite.

kapasîteya şarjora (magazîn) wê 10 fîşekên çeporast tên bicîhkirin e. fîşekê taybet yê bi navê 7n1 yê tenê bo svd/svd-s hatine îmalkirin bikar tîne. ev muhîmmat xwedî lezek zêde ya lûleyê ye û di tivingên pk de jî tên emilandin.

bi dûrbîna pso-1 ya ku teqîna bi şev dike tê bikar anîn. ev dûrbîn, ne dûrbîneke şevîn ya rast e lê belê xwudî pergalek bi pîl ya ku teqsîmata nîşangehê ronî dike ye. pso-1 pergalek ji tora dûrbînan cihê bikartîne û ji loma bêyî mesafe-pîver dûrbûna hedefê diyar dike.



22.04.2021 22:32 ~22:41 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» qanas

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî