Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
avesta

avesta

2. navê pirtûka dînê zerdeştîyê, Avesta ye. heta niha zanayên avestanas û pisporên wê li ser wateya vê peyvê li hev nekirine. avestanasên navdar profesor gildiner û Andreas dibêjin ku bingeh û koka Avestayê, ji pehlewî ji upesta hatiye wergirtin ku wateya wê bingeh û destpêk e.

derbarê zimanê ku Avesta pê hatiye nivîsandin û pê hatiye gotin de, tu cihê gumanê nemaye ku Zerdeşt bi zimanê madî/medî axivîye û Avesta jî heman bi wî zimanê hatiye nivîsîn. Lê belê bi dirêjahîya dewranê re ev ziman ji holê rabûye û wek zimanekî axaftinê nemaye.

Di derheqê vê mijarê de dixwazim çend şîroveyên pisporan bidim li ber çav;
rasmus rask: li gorî filologê danîmarkî, zimanê avestayî zimanê Medan bûye û Zerdeşt bixwe jî xêla medî bûye.

durmesteter: li gorî durmesteter, Avesta di serdema Medan de hatiye nivîsandin, zimanê Medan heman ew ziman e ku Avesta pê hatiye nivîsandin.

avesta û Îskenderê Mezin
Di dema Mediyan de, Medî, xwediyê pirtûkxaneyaka pir mezin bûn. Bi sedsalen nivîsarên ku hatibûn nivîsandin di wê pirtûkxaneyê de bi cih dibûn. ew pirtûkxane heta hatina Îskenderê mezin ku kurd jê re dibêjin îskenderê zûrqarneyn di nav mezintirîn pirtûkxaneyên cîhanê de bû. Lê di dema hatina wî de, Îskender hemû pirtûkan da şewitandin û Welatê Medîyan bi serûbin kir.

beriya şewitandina Avestayê, Avesta:
nivîskarê pirtûka "Îran derr `uhdê bastan" (di serdema kevnar de Îran) de dibêje, "pirtûka Avesta, destpêkê, beriya êrîşa îskender a li ser Îranê, pirtûkeke gelek mezin bû, pallinus dîroknasê rom ku di sedsala yekemîn a zayinê de jîyaye dibêje ku, dîroknûsê yûnanî hermippos sûd ji pirtûka Avestayê wergirtiye, ku di bîst cildan hatibû nivîsandin û ji sed hezar çekameyan pêk hatibû, wî bi xwe ew pirtûk xwendiye"


*çavkanî:
nivîsên Ferhad Ebdulhemîd palewan
Pirtûka zerdeşt û Avesta
rasmus rask
wikipedia



01.05.2021 17:08 | yûsiv

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» avestayî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî